Li Beyrûdê avahiyek hilweşiya: 17 kes di bin kavilan de ne

Li Beyrûd a paytexta Lûbnanê avahiyek hilweşiya, 1 jê zarok 4 kesên ku piraniya wan penaberên Sûriyeyî ne jiyana xwe ji dest dan. Ji bo 17 kesên ku di bin kavilan de ne xebatên lêgerînê didome.

Navenda Nûçeyan - Li herema Şuveyfat a paytexta Lûbnanê Beyrûdê avahiyek sê qatî ku berê fermana pêwîstê bê valakirin hatibû dayîn, hilweşiya. Li gorî nûçeya ku di ajansa fermî ya Lûbnanê NNA’yê de cih digre piraniya kesên di avahiyê de bû Sûriyeyî ne û heya niha 1 jê zarok, 2 jê jin bi giştî cenazeya 4 kesan hatiye dîtin û 2 jin jî bi saxî ji bin kavilan hatiye derxistin.

Hate ragihandin ku ji bo dîtina 17 kesên din ên di bin kavilan de ne xebatên lêgerînê didomin. Hate diyarkirin ku avahiya hilweşiyayî kevin e û di demên dawiyê de ji ber barîna bihêz a baranê bingeha avahiyê şemitiye û dîwarên wî hilweşiya ne.