Li Bexdayê zaroka 15 salî ji zewacê hat xelaskirin
Li Bexdayê mêrekê biraziya xwe ya 15 salî ji dayika wê girt û hewida bi zorê bizewicîne.
XUFRAN EL-RADÎ
Bexeda – Li Bexdayê zaroka 15'e salî ya xwendekara dibistana navîne ji diya wê girtin û bi alîkariya apê wê bi hinceta ku di berjewendiya zarokê de ye bi darê zorê wê dabana zewicandin. Dayika zarokê bi telefonê li polîsan geriya û ji bo rizgarkirina keça xwe, taybet ji ber ku qanûnek a zewaca keçên keç qedexe dike heye, alîkarî xwest. Dema ku dê keçik dabana zewicandin polîs di demê xwe de gihan ber devê derî û zarok ji apê wê girtin. Ji ber zarok tirsiyabû piştevaniya derunî jêre hat kirin.