Beşdarên Konferansa Jinan: Bila kuştina Dr. Ban bêalî bê lêkolînkirin
Nûnerên jinan ku beşdarî Konferansa Azadî û Guhertinê ya li Bexdayê bûn, xwestin ku derbarê mirina Dr. Ban Ziad Tariq de lêpirsînek baş û bêalî were destpêkirin.

HAMÎD REŞÎD
Îraq - Konferansa Azadî û Guhertinê ya li paytext Bexdaya Îraqê hat lidarxistin, tekez kir ku doza Dr. Ban Ziad Tariq mijarek giştî ye ku bandorê li hemû civaka Îraqê dike. Diyardeya acizker a kuştinên siyasî yên li dijî jinan û bi taybetî jî li Basrayê, bûye mijarek siyasî.
Ji bo nîşandana hevgirtina bi doza Dr. Ban Ziyad Tariq re û redkirina rapora ku ji hêla komîteya lêpirsînê ve hatiye weşandin, duh li paytext Bexdayê di bin sernavê "Kuştina Siyasî ya Jinan li Îraqê" de Konferansa Azadî û Guhertinê hat lidarxistin.
‘Dixwazin mafê jinan ê têkoşîna ji bo edaletê înkar bikin’
Konferansê diyar kir ku Îraq şahidiya gelek kuştinên jinan kiriye ku bûne diyardeyek acizker. Di konferansê de ev nêrîn derketin pêş: “Hatiye diyarkirin ku Dr. Ban Ziad Tariq ne qurbana yekem bû; gelek jinên ku di nav de Sarah Talib, Reham Yaqub û Sarah el-Ebudî jî hebûn, berê bi xwînsarî hatibûn kuştin. Hewldana nîşandana kuştina Dr. Ban a mîna ‘xwekuştin’, ji çîrokeke qels û bêserkeftî wêdetir tiştek nîne. Armanca van sûcan bêbandorkirin û bêdengkirina jinan a di çarçoveya sepandina hêzek otorîter de ye. Ev jî armanc dike gendeliyê bidomîne û fonên giştî talan bike. Wekî din, bi rêgirtina li beşdarbûna jinan a di pêvajoya guhertin û veguherîna siyasî ya li Îraqê de, ew armanc dikin ku mafê wan ê têkoşîna ji bo azadî û edaletê înkar bikin.”
‘Parastina sivîlan û karmendên bijîşkî berpirsyariya hikûmetê û civakê ye’
Leyla El-Şetrî, endama Lijneya Rêveber a Konferansa Azadî û Guhertinê ye. Leyla, di axaftina xwe de kuştina Dr. Ban Ziyad Tariq şermezar kir û got ku ev, binpêkirineke eşkere ya mafê jiyanê, prensîbên mafên mirovan ên bingehîn û qanûnên neteweyî û navneteweyî bûye. Leyla El-Şetrî bang li rayedarên pêwendîdar kir ku lêpirsînek tavilê û zelal bidin destpêkirin û piştrast bikin ku sûcdar dê werin hesabpirsîn û ji ceza nerevin. Leyla her wiha her kesê ku ev sûc teşwîq kiriye an jî hêsan kiriye ji hêla qanûnî û ehlaqî ve berpirsyar girt. Leyla tekez kir ku parastina sivîlan û karmendên bijîşkî hem berpirsyariya hikûmetê û hem jî civakê ye û aştî tenê bi rêya serweriya hiqûqê û bidawîkirina çerxa tundûtûjiyê dikare were bidestxistin.
‘Bila derfet bidin ku jin rola xwe ya rastîn bilîzin’
Parêzer Fewziya Reşîd Hamid got di konferansê de anî ziman ku windakirina Dr. Ban hem ji hêla pîşeyî û hem jî ji hêla mirovî ve windahiyek mezin e. Parêzer Fewziya hest û nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman: “Wekî jinek û dayîkek, ez berpirsyariyê hîs dikim ku jinên Îraqî temsîl bikim û mafên wan biparêzim. Ez dixwazim ku derfet bê dayîn da ku jin rolên xwe yên rastîn di civakê de bigirin. Em hîn jî ji qanûnên niheq, nemaze di derbarê welayetê û qanûnên din ku dibin sedema zêdebûna tundûtûjiya li dijî jin, zarok û malbata Îraqî bi giştî de, êş dikişînin.”
‘Dengê jinan di civaka me de hîn jî kêm e’
Fewziya tekez kir ku pêwîst e qanûnên nû werin derxistin an jî yên heyî werin sererastkirin da ku piştgiriya jinan were misoger kirin û zirara ku ew dikişînin kêm bibe. Fewziya destnîşan kir ku piştgiriya jinan tê wateya piştgiriya civakê bi tevahî, ji ber ku jin hêmanek bi bandor û bingeha civakê ne û wiha got: “Bi xebata xwe ya li dadgehan, min nûnertiya beşên cûda yên civakê kiriye. Ez hêvî dikim ku ez bibim dengê her jinek Îraqî û êşa wan bi awayekî rast vebêjim. Dengê jinan di civaka me de hîn jî wekî ku divê were bihîstin nayê bihîstin. Nayê qebûlkirin ku meriv wan marjînalîze bike an jî rola wan a bingehîn di avakirina neteweyê de paşguh bike.”
Daxwaza edalet û piştgiriya jinan
Şahd Thamer a ku kesayetek ji medyayê ye jî, balkişand ser girîngiya mirovî ya lidarxistina konferansên wiha. Şahd diyar kir ku konferans ne tenê kuştinên siyasî, di heman demê de kuştinên rûtîn ên jinên Îraqî jî şermezar kiriye ku bi salan rastî niheqî û zilmê hatine. Şahd wiha got: “Em daxwaza xwe ya ji bo edalet û piştgiriya jinan di hemû warên jiyanê de bi rêya derxistina qanûnên dadperwer ên ku di destûra bingehîn a Îraqê de cih digirin, tînin ziman. Ji bo misogerkirina mafên jinên ku demek dirêj ji biryar û qanûnên neheq êş kişandine, em vê daxwazê dikin.”
Encamên Konferansê
Konferans bi taybetî li ser avakirina komîteyek lêkolînê ya nû ku ji nûnerên Komeleya Baroyê sekînî û di encamnameyê de ev daxwaz hatin kirin: “Baroyek ji nûnerên berjewendiya giştî pêk tê; beşdariya rêxistinên mafên mirovan di çavdêriya lêpirsînê de; belavkirina encamên lêpirsînê ji raya giştî re; misogerkirina azadiya medyayê ku bêyî zextê bixebite; mîsogerkirina parastina qanûnî û medyayê da ku şert û mercên derbarê mirina Dr. Ban Tariq de werin eşkerekirin û guhertina qanûnên ku di dozên kuştin, "kuştina ji bo rûmetê" û kuştina bi zanebûn de ji mafên takekesî destberdanê dide da ku mafên giştî yên sereke werin misogerkirin.”