Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dorpeça Mexmûrê hat protesto kirin

Di çalakiya ku her hefte ji bo balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin de, dorpeça Mexmûrê hate protestokirin.

Cenevre- Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome, ket meha xwe ya 29’an. Di çarçoveya çalakiyê de li kona ku li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Place des Nations hate vedan, têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi Îngîlîzî û Fransî agahî hatin dayîn.

‘Hewldana dorpêçkirinê bêyî tecrîdê nayê fikirandin’

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cenevreyê (CDK) Mehmet Letfî Çelebî, dest nîşan kir ku li her cihê ku Kurd lê dijîn êrîş zêde bûne û got ku niha jî tê xwestin Mexmûr bê dorpeç kirin.

Mehmet Latîf Çelebî diyar kir ku ev hewldana dorpêçkirinê bêyî tecrîdê nayê fikirandin û wiha got: "Rêbertî ava rih ya gelê Kurd e û dixwazin ev ava rih bi tecrîdê qut bikin. Dive gelê Kurd wê di her rewşê de û li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”