Li Belûcistanê xwepêşandanên ‘Îna bi xwîn’

Xwepêşandanên li eyaleta Belûcistana Îranê bi boneya salvegera çalakiyên bi navê ‘Îna bixwîn’ berdewam dikin. Di encama êrîşa polîsên Îranê ya li ser meşa gelê Belûcî de gelek kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li gel ku salek di ser çalakiyên piştî nimêja înê ya bi navê ‘Îna bi xwîn a Zahîdanê ku di 30’ê Îlona 2022’an de li eyaleta Belûcistana Îranê dest pê kiribûn re derbas bû jî xwepêşandan berdewam dikin. Xwepêşanderên Belûcî 20’ê Cotmehê piştî nimêja Înê bi meşeke girseyî rewşa nebaş a jiyana xelkê li Sîstan û Belûcistanê protesto kirin.

Li ser girseyê gule barandin

Polîsên Îranê Mizgefta Mekkî ya ku xwepêşander lê bûn dorpêç kirin, li ser girseya ku îbadet dikirin gule hatin barandin. Her wiha ava rengîn û gaza îsotê reşandin. Gelek kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di encama vê êrîşê de zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûne.

Li bajarê Zahîdan ku navenda rêveberiya parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ya Îranê ye, di encama êrîşa hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser xwepêşanderan di dema nimêja înê ya roja 30’yê Îlona 2022’an, zêdetirî 40 kes mirin. Ev êrîş di raya giştî de weke “Îna bi xwîn” tê zanîn.