Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû

Ji ber binavbûna keştiya penaberan a li peravên Maltayê herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, hat ragihandin ku lêgerîna 15 kesên winda berdewam dike.

Navenda Nûçeyan - Li Behra Spî ya Navîn ku yek ji rêyên koçberiya neqanûnî ye ku ji Afrîkayê ber bi Ewropayê ve gelek caran tê bikaranîn, pêlên koçberiyê û qezayên keştiyan berdewam dikin.  

Li gor nûçeya ajansa ANSA ya Îtalyayê, ekîbên Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê bersiv dan boteke ku li herêma Lêgerîn û rizgarkirinê ya Maltayê (SAR) ya Behra Spî binav bû. Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê 23 kes rizgar kirin û cesedê 9 kesan ku di nav wan de zarokek jî hebû ji keştiyê derxistin.

46 penaber hebûn

Tevahiya şevê keştiyên dewriyeyê li kesên winda digeriyan. Li gorî îfadeyên kesên rizgar bûne 3 jê zarok 15 kes jî winda ne. 46 penaberên ku ji Gîne, Burkîna Faso, Malî û Peravê Fîlan in, danê êvarê saet di 20:00 de ji peravên bajarê Safakes ê Tûnisê çalakî li dar xistin. Keştiya biçûk a ji bo derbasbûnê dihat bikaranîn ji ber bahoza behrê binav bû.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya der barê koçberên neqanûnî yên winda de, ji serê salê heta 8'ê Nîsanê 385 koçber li Behra Spî ya Navîn di deryayê de winda bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî ya Îtalyayê, hejmara koçberên neqanûnî yên ku di navbera 1'ê Çile û 10'ê Nîsana îsal de ji behrê derbasî welêt bûn, bû 15 hezar û 774. Di heman heyama par de ev hejmar bû 31 hezar û 128.