Li Behra Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
Li Behra Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû 3 kes mirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/10/20231016-20231016-multeci-tekne-jpg931553-image-1-jpg8675b6-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Keştiya ku penaber tê de bûn li peravên Girava Sömbeki (Simi) ya li hember Datça ya Behra Egeyê noqî avê bû. Hat diyarkirin ku di encama binavbûna keştiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku di botê de 13 penaber hebûn, ji penaberan 8 kes xilas bûn.
Xebatên lêgerîn û xilaskirina 2 penaberên winda didomin.