Li Behra Ege’yê cenazeyê 3 zarokên koçber hat dîtin

Li peravên girava Sakizê ya Yewnanistanê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku di bûyerê de 3 zarokên keç jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li gorî ewlekariya peravê, piştî ku keştiyeke koçber tê de bûn noqî binê avê bû, li peravê bi teht ê li bakurrojavayê girava Sakizê ya li Derya Egeyê cenazeyên 3 zarokên keç hatine dîtin. Hate ragihandin ku zarokên jiyana xwe ji dest dan, 5, 7 û 10 salî bûn. Ji bo dîtina kesên din ên winda bûne lêgerîn dewam dike. Ewlekariya peravî heta niha 19 kes rizgar kiriye ku 8 ji wan zarok in. Yek ji kesên hatin rizgarkirin dayika her sê zarokên keç e ku jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî qenala televîzyonê ya dewletê ya Yewnan Ert piraniya wan penaberên Efgan 27 kes di keştiyê de bûn. Lê belê li gorî ewlekariya peravê, hejmara koçberên di keştiyê de hîn nediyar e ku ji peravên Tirkiyeyê bi rê ketibû.

Giravên li Derya Egeyê ji bo koçberên dixwazin xwe bigihînin Yekîtiya Ewropayê weke nuqteyên derbasbûnê têne dîtin. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan, ji destpêka sala 2024'an û vir ve 11 hezar û 300 koçberan xwe gihandin giravên Yewnanistanê.

Di Hezîrana 2023'an de keştiyek ji Lîbyayê bi rê ketibû li başûrê vî welatî li peravên Peloponezê noqî binê avê bûbû, di encamê de 82 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi sedan kes jî winda bûbûn. Di vê bûyerê de têkildarî berpirsyariya wezîfedarên ewlekariya peravî yên Yewnan lêpirsîn tê meşandin.