Li Bedlîsê pevçûn didomin: Li Gundê Peyîndasê ewlehiya me nema

Li gundê Peyindas ê girêdayî Tetwana Bedlîsê ku operasyonên leşkerî lê berdewam dikin bombebaran berdewam dike. Kiymet Avras got ku bi rojan e malbata xwe nedîtiye, bal kişand ser zextan û got ku jiyana wan di xeterê de ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs- Li gundê Peyindas ê Tetwana Bedlîsê operasyona leşkerî ya ku roja îna borî hat destpêkirin berdewam dike. Ji ber operasyonan li gundan qedexeya ‘fiîli’ tê pêkanîn. Leşkeran ketin û derketina gund qedexe kir, bi rojan e destûr nadin gundî biçin pezê xwe bidoşin û biçêrînin. Niha jî bêrîvan tenê dema ku leşker bi wan re bin dikarin biçin pezê xwe bidoşin.

‘Tişta ku tê kirin bêwijdanî ye’

Li gund 2 jê şivan 8 kes hatin binçavkirin, di nava kesên ku hatine binçavkirin de hat zanîn ku îşkence li Kerem Avras hatiye kirin. Kiymet Avras diyar kir ku dema birayê wê Kerem Avras di baxçe de kar dikir bi derbkirinê hatiye binçavkirin, bi rojan e tişta ku bi mirovan didin jiyîn dermirovî ye. Kiymet Avras ku li gundê Belo dijî da zanîn ku her sibeh bi dengê bombe û heronan şiyar dibin.

‘Leşker bi bêrîvanan re diçin û tên’

Kiymet Avras destnîşan kir ku piştî binçavkirina bi rojan destûr nehat dayîn bikeve gundê Peyindas ku malbata wê lê dijî û lêşkeran hem ketin û hem jî derketin gund qedexe kiriye û wiha got: “Di rojên destpêkê de li gund zextên cidî hebûn lê belê di van du rojên dawî de ev zext kêmtir bûye. Di rojên destpêkê de destûr nedihat dayîn kes derbikeve derve, di nava gund de digeriyan. Ne kes dikaribû biçe pezê xwe bidoşe ne jî rê didan pezên xwe biçêrînin. Di van du rojên dawî de jin diçin bêriyê lê belê di çûyîn û hatinê de leşker li gel wan in.”

‘Ewlehiya canê me nemaye’

Kiymet Avras der barê tiştên ku li gund hatine jiyîn de wiha got: “Tiştek nemaye li gund nehatiye kirin, li wan gundan tiştek weke dîrok û xwezayê nemaye. Her dem em dengê bombeyan dibihîsin. Ev 5 roj in dengê wan qut nebûye. Hemû derfetên cîhanê li ser gund bi kar anîn. Li gund her roj helîkopter difirin. Îro jî em bi dengê bombeyan rabûn û deng her dem berdewam dike. Gund piştî ku du rojan bêdeng ma, îro careke din me deng bihîst. Hemû tiştên me ji derve ne, îro li wê derê ewlehiya canê me û lawirên me nîn e. Li wê derê em bi tenê ne, kes nayê me nabîne. Li wê derê bi tu awayî ewlehiya jiyana me nîn e.”

‘Bi rojan e min malbata xwe nedîtiye’

Kiymet Avras bi bîr xist ku birayê wê Kerem Avras rastî îşkenceyê hatiye û nexweşxaneya ku çûyê jî rapora derbkirinê nedayê û got: “Malbata min hê nikare biçe li wê malê bimîne. Maşîneyên zirxî li ber deriyê mala wan in, ev bi rojen e mal hatiye dorpêçkirin. Mirovên me diçin li mala cîranan dimînin. Ma ev karê mirovî ye? Tştek ji destên me nayê û em bi vî awayî li bendê ne.”

Kiymet Avras da zanîn ku bi rojan e ji ber qedexeyê neçûye gund û wiha got: “Ez malbata xwe û mala xwe nabînim. Min ji televîzyonê hîn bûm ku îşkence li birayê min hatiye kirin. Ji nava baxçeyê xwe bi lêdanê hat binçavkirin. Em kiryarên wiha dermirovî tu carî napejirînin.”