Li Bazarcixê ji ber bahozê 2 kes jiyana xwe ji dest da
Li Bazarcixê ji ber bahozê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 150 kes jî birîndar bûn.

Mereş – Li Bazarcixa Mereşê ku di 6'ê Sibatê de erdhej lê çêbûbû, îro danê nîvro baraneke şid bariya û piştî baranê bahoz rabû.
Bi bahozê re kon û konteynirên mexdûrên erdhejê yên li Taxa Cengîz Topelê xera bûn. Li gor agahiyên bi dest ketine, 2 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.
150 kes birîndar bû
Her wiha hat hînkirin ku ji ber bahozê 46 kes jê giran, herî kêm 150 kes jî birîndar bûne.