Li Bazarcixê berteka li dijî dewletê
Yek ji welatiyan Songul Sarioglu bal kişand di erdheja li Bazarcixê hat jiyîn de mirovan di bin xirbeyan de hatin hiştin û terkî mirinê hatin kirin, wiha dibêje: "Di van şert û mercên hewayê de ger mirov ji xirabeyan nemirin, ji sermayê jiyana xwe ji dest
Mereş – Piştî erdheja li Mereş û Dîlokê hat jiyîn li 10 bajar hilweşîn hat jiyîn, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran mirov jî birîndar bûn. Li navçeya Bazarcix ya Mereşê jî ku erdhej hilweşandinek mezin pêk anî, dramek mirovî ya mezin tê jiyîn. Songul Sarioglu ya ji Bazarcixê ku di erdhejê de kêliya dawî xwe rizgar kir, diyar dike ku hêj yek ji xizmên wê di bin xirbeyan de ye.
‘Ji mirovan re şanse jiyankirinê nehat hiştin’
Ev gotinên Songul Sarioglu ya ku bertek nîşanî rayedarên dewletê da, balê dikişîne: “Di roja ewil a erdhejê de kes xwe negihad me, em bi tu awayî alîkarî negirt, mirov di bin xirbeyan de terkî mirinê hatin kirin. Di xirabeyên ku hilweşandin heyê de xebat nehat meşandin û sedama vê jî xeteriya hilweşandina avahaliyên li kêleka wan e. Tevî ku di bin xirbeyan de girîngiya saniyeyek jî heye, mirovan bi rojan di bin xirbeyan de hatin sekînandin. Ji mirovan re şanse jiyankirinê jî nehat hiştin. Yên ku jiyan dikirin û li benda rizgarkirinê bûn bi qerîsinê jiyana xwe ji dest dan.”
'Mirovên ku bi hêviyek li ber xirabeyan diseknîn hene’
Songul Sariogl balkişand ku ji bo alîkariya gel dîsa gel beziyaye û wiha got: “Ger dewletê du TIR alîkarî şandi be, gel deh qatî vê şand. Em hewil didin bi alîkariya gel û bi hewildanê xwe, xwe bigihînin mirovên di bin xirbeyan de ne. Mirovên dilxwaz alîkarî dikin. Mirov nikarin êşa miriyên xwe jî bijîn. Mirovên ku bi hêviyek li ber xirabeyan diseknîn hene. Di van şert û mercên hewayê de ger mirov ji xirabeyan nemirin, bi qerisînê jiyana xwe ji dest da.”
'Ger roja ewil mudaxele hatiba kirin...'
Songul Sarioglu balkişand ku piştî roja çaremîn avahiyên bixeterî hatin hilweşandin û xebatên xirabeyan hatin meşandin û bi van gotinan berteka xwe anî ziman: “Di vê şert û mercên hewaya sar de şansê mirovan ya di bin van xirbeyan de çi ne? Çar roj mirov di bin xirbeyan de hatin hiştin. Ger roja ewil mudaxele bihata kirin, belkî şansê jiyankirina mirovan hebûya. Me ji cendirmeyan re got, ew jî gotin 'gund xerab in' û çûn. Welatekî ewqas mezin û arteşekê wî ya ewqas mezin heye. Di çarê sibê de erdhej çêbû û dikaribûn ji çar aliyê Tirkiyeyê ekîb sewqî vir bikin. Ji parêzgehên ku zirar nedîtine, herî zêde di 4-5 saetan de hatin vir. Lê belê koordînasyonek wiha nehat kirin.”