Li bazara Tanakura jin tabuyan dişkînin
Li bazara navdar a Tanakura ya li Mahabadê jinên esnaf ên bi biryar in ku hişmendiya mêr serweriyê hilweşînin dibêjin “Dema berxwedan çêdibe dijminahiya jinan wenda dike.”
CELEH SADEGHİ
Mahabad – Yek ji navendên aborî û geştiyarî yên bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, bazara “Tanakura” ye. Li sûkê cil û bergên îthalkirî û yên hatine bikar anîn, pêlav û hwd gelek tişt tê firotin. Bazara firotana giştî ya ku bi navê Dayika Tanakura tê zanîn li bajarokê Kavehê ye. Bazara Tanakura ku li nêzî termînala bajêr e, her sal pêşwaziya bi hezaran kesî dike. Sûk zêdeyî sî sal in ku kar dike û tevî hezar dikanan jî ji ber zîhniyeta mêr hebûna jinan gelek lawaz e. Sînorkirinên di vî warî de jinan arasteyî bazara firotina dîjîtal dike. Her çend serdestiya mêr û qada kevneşopî ya li Tanakura hin firoşkarên jin bi sînor û zextan re rû bi rû dihêle jî, hebûna wan di vê sûka navdar de rêyek nû diafirîne.
‘Di krîzên aborî de destpêkê jin tên paşguhkirin’
Li gor esnafa bi navê Laleh ji ber sedemên mîna muxalefetiya malbatê û kêmbûna piştevaniyê, taciza zayendî, kireyên zêde, zehmetiyên pêwendî û çûyîna bazarên mezin jin li Tanakurayê hê kêmtir kar dikin. Lahe behsa ezmûnên xwe kir: “Gelek caran ji min re hat gotin ku Tanakura ne cihekî li gor jinan e, ez dikarim li cihekî din kar bikim. Lê bersivan min ew bu ku ewê li vê de zêdetir jinan bibînin. Hejmara firoşkarên jin pêncan derbas nake lê di nav çend salên dawî de gihişt vê hijmarê. Di krîzên aborî de yên ku destpêkê tên paşguhkirin em jin in. Dijminahiya jinan rê li demxekirina zayendiya civakî û serweriyê vedike. Carna dema ji bajarekê mêvan tên û dibînin ku li vir bi hejmarekê kêm jin kar dikin matmayî dimînin.”
Laleh anî ziman ku nasnameya jina serbixwe ji vê qadê tê dûrxistin û wiha domand: “Cûreyê kar çi dibe bila be, jin bûn û mêyla ku di qada debarê ya baviksalariyê de bi temamî avakirina atmosferek mêrane û kevneşopî, sedemên wê ye ku li Tanakura hebûna fîzîkî ya jinan kêm be.”
Zexta derdor û sekna jinê
Laleh behsa nîzîkatiyên dijminane yên li dijî jinê û li beranberî vê xwedîderketina jinê li keda xwe û woha got: “Li Tanakurayê de mêr xwarinên kolanan bi awayek bê pirsgirêk, rêkûpêk difroşin. Lê ji ber ku jin xwarinê difroşe ev dibe sedema bertekan. Rojek esnafek mêr li ser jinek zextê dikir ku tezgaha xwe rabike û ji wir biçe. Di vê demê de tenê li derdora jinê çend kes hebûn û jin digiriya. Tenê min vê parast û min got ku ev jin dikare li pêşiya dikana min kar bike, kes nikare vê asteng bike û heqê tu kesî jî nîne. Piştî ku min vê jinê parast nêzîkatiyên mêran hat guhertin û ev tişt ji min re gelek balkêş hat. Gav bi gav bi hebûna jinan, bi hev re piştgirî û israra wan xuya dike ku mêr jî wê vê yekê qebûl bikin. Jinên beriya min li vir bûn û ji ber zextên hawirdorê neçar man dest ji karê xwe berdin hene. Lê li gor tecrûbeya ku min bi dest xistiye dema ku parastin û tekoşîn hebe dijminatiya jinê winda dike. ev tekoşîn wisa ye ku bi yek kesê re destpê dike û belavî her kesî dibe.
Jinan bi afirîneriya xwe ji sînorên heyî derfet afirandin. Niha, gelek jin li qadeke wekî medyaya dîjîtal berhemên Tanakura bi pelên xebatê difiroşin. Hinekan bi firotana li ser înternetê dest pê kir, lê niha di qada kar de cîhê xwe digrin.
‘Dema jin li bazaran bin tabûyan dişkînin’
Şahîra D. mînaka van jinan e. Wê karsaziya xwe bi firotina berhemên esnafên din li ser înternetê dest pê kir. Hişmendiya mêr ên tabûyan ava dike şikand û îro yek ji mezinfiroşên vê bazarê ye. Şahîra D. derbarê karê xwe de agahî da û wiha got: “Piştî ku di firotina li serînternetê de pêşketin çêbû, min biryar da ku li şûna berhemên xelkê bifiroşim, bi giştî bikirim. Nêzî 6 sal dema ez diçûm bazarê bi matmayî li min meyze dikirin, tevî ku di vê sûkê de bi piranî jinên ne-herêmî yên bajarên mîna Tehranê hebûn jî, lê li wir tabûşikandinek mezin hebû. Bi demê re, min di heman hawîrdora Înternetê de kirînên mezin ji bajarên din dît û ez bi rekabetê wan re rû bi rû mam. Niha li qata jorîn a Tanakura dikana min heye. Her çend ev qat hîn bi fermî nehatiye vekirin jî, mûşterîyê min ev tişt dizanin.”