li Bazara Semtê ya Jiyanê têkoşîna jinan bi ser ket
Li ser têkoşîna jinan, biryara 400 zilamên li Bazara Semtê ya Jiyanê bên bi cih bibin, hat betalkirin.
Amed - Di sala 2013’an de, Şaredariya Navçeya Rezanê ya dibin rêveberiya Partiya Aştî û Demokratîk (DBP) de bû, ji bo jinan Bazara Semtê ya Jiyanê vekiribû. Qeyûmê Şaredariya Rezanê yê AKP’î Huseyîn Beyoglû, biryar da bû ku 400 esnafên zilam li bazara jinan bi cih bîke. Şaredariya Rezanê li ser berteka jinên di bazarê de di xebitin, dest ji biryara xwe ya bazarê bike yek û 400 zilaman bigire bazarê berda. Li gorî biryarê, bi bazarên hejmarên 1 û 3 re wê Bazara Semtê ya Jinan li cihên xwe yên berê bimînin û mîna berê xebatên xwe dewam bikin.