Li başûrê Sûdanê 250 zarok li dijî tayê bên derzîkirin

Hate ragihandin ku li başûrê Sûdanê di çarçoveya têkoşîna li dijî tayê ku rê li ber metirsiyan vedike, wê 250 hezar zarok bi derziyek nû werin bên derzîkirin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirûstiyê ya başûrê Sûdanê Yolanda Awel Deng der barê têkoşîna li dijî tayê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyarkir ku li dijî tayê derziya nû ya  "R21/Matrix-M" hatî çêkirin wê bixin meryetê.

Yolanda Awel Deng da zanîn ku li welat wê 250 hezar zarokên dibin temenê 5 salî de werin derzîkirin û got: “Ta li welatê me yek ji çavkaniya herî metirsîdar e. Ji bo kêmkirina bandora tayê em bibiryarin ku pirsgirên zarokên xwe yên tendirûstî çareser bikin.”

Derziya bi navê "R21/Matrix-M" cara yekem li peravên Fildişî dest bikaranînê hatiye kirin.