Li Başûrê Kurdistanê xebata Kurdîkirina navên warên hatine Tirkîkirin

Li hember siyaseta Tirkkirinê ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo tomarkirin û vegerandina navên Kurdî yên resen ên bi sedan gund û navçeyan, kampanyayeke parastina nasname û demografiyê hate destpêkirin.

HÊVÎ SALEH

Silêmanî – Başûrê Kurdistanê, di tevahiya dîroka xwe ya nûjen de rasterast ket bin bandora hêzên siyasî û leşkerî yên cuda. Yek ji amûrên herî diyar ên jêbirina nasnameya neteweyî, bikaranîna polîtîkaya guhertina navên erdnîgariyê ye.

Bi navên Tirkî re hatin guhertin

Di serdema desthilatdariya Osmaniyan de û piştre jî heta serdema dewleta Iraqê, bi taybetî di çarçoveya polîtîkaya Erebkirinê de, ev xebat hatiye meşandin. Navên resen ên Kurdî yên gelek navçe û gundên Kurd ên li Kerkûk, Germiyan, Nînova, Dihok û hinek herêmên parêzgeha Hewlêrê, bi navên Tirkî re hatin guhertin.

Armanca van polîtîkayan, qutkirina erdnîgariya herêmê ya ji nasnameya wê ya rasteqîn e. Polîtîkaya Tirkkirinê ji aliyekî ve bi biryarên îdarî yên serdema Osmaniyan hat sepandin û ji aliyekî din ve jî di hinek qonaxên dîrokî de bi siyaseta Erebkirinê re bû yek û ji bo guhertina dîroka herêmê hate bikaranîn. Navên tirkî yên li ser gundan hatin danîn, carna rasterast wergera navên Kurdî bûn û carna jî ji navên eşîrên Tirk an jî fermandarên ku li ser herêmê bibandor bûn pêk hat. Dîroknas, diyar dikin ku guhertina navên endnîgariyan ne tenê biryarek îdarî ye, di heman demê de tê wateya guhertina belgeyên dîrokî yên hebûna gelêkî ya li ser axa xwe ye.

Ev pêvajo ji serdema Osmaniyan ve tê meşandin

Dema ku navê gundekî tê guhertin, nifşên pêşerojê pêwendiya xwe ya bi dîroka xwe ya rasteqîn winda dikin û ev yek dikare pêvajoya helandina çandî hêsantir bike. Li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê, polîtîkaya Tirkkirinê û guhertina demografîk, xwedî dîrokek dirêj e. Ev pêvajo vedigere serdema Osmaniyan û piştre jî bi siyaseta neteweperest a hikûmetên li pey hev ên Iraqê re, li herêmên wekî Kerkûk, Tuzxurmatû, Kifri, Xaneqîn, Nînowa û Dihokê berdewam kir. Navên bi sedan gund û deverên cografyayî yên bingeha wan a dîrokî Kurdî ye, bi navên Tirkî hatine guhertin. Ev pêvajo ne tenê guhertina navek e, wekî hewldanek li herêmê avakirina rastiyek nû ya demografîk û çêkirina bingehekî ya ji bo îdiayên dîrokî jî tê nirxandin.

Pêvekên Tirkî yên mîna gir, gund, reş, ziving, girêk û bêr ên di navên gundan de hatine bikaranîn, bûn parçeyek ji van navên hatine guhertîn û heta îro di nexşeyên fermî û di bikaranîna gelê herêmê de jî hebûna xwe didomînin.

Li Başûrê Kurdistanê dîroka ferzkirina navên Tirkî

Li Başûrê Kurdistanê pêvajoya Tirkîkirina navên Kurdî, xwe dispêre çend qonaxên dîrokî. Ji ber ku di serdema Împaratoriya Osmanî de tomarkirin û rêveberiya herêmê di bin kontrola desthilata navendî de bû, gelek navên cih û deveran bi Tirkiya Osmanî hatin tomarkirin. Piştre di dawiya sedsala 20’an de, hikûmetên Bexdayê di çarçoveya polîtîkaya Erebkirin û guhartina demografîk de, hinek navên Tirkî parastin an jî navên nû yên Tirkî û Erebî li ser wan ferz kirin. Armanc, dûrkirina nasnameya erdnîgarî ya herêmê ya ji pêkhateya wê ya dîrokî bû.

Îro li gelek herêmên wek Kerkûk, Bedre, Cesan, Germiyan û Deşta Nînovayê, tevî ku gundên piraniya nifûsa wan Kurd in û bi Kurdî diaxivin jî, navên wan gundan hêj bi Tirkî tên bikaranîn. Ev nakokiya di navbera nasnameya gelê niştecih û navên gundan de, yek ji sedemên bingehîn ên destpêkirina kampanyayên vegerandina navan a di roja me ya îro de tê hesibandin.

Kampanyaya nû ya Kurdîkirina navan

Di mehên dawî de rêxistinên civaka sivîl lêkolînerên dîrokê û çalakvanên qada mîrateya çandî yên li Başûrê Kurdistanê, ji bo tomarkirina navên gundan û vegerandina wan bi navên resen ên Kurdî, kampanyayeke berfireh a gelêrî û çandî dan destpêkirin.

Ev kampanya di du astên bingehîn de tê meşandin:

Asta civakî û herêmî: Şarezakirina gelê gundan, pêkanîna hevdîtinan a bi porspî û kal û pirên herêmê re û diyarkirina navên resen ên Kurdî yên beriya pêvajoya Tirkkirinê dihatin bikaranîn.

Asta hiqûqî û îdarî: Ji rêveberiyên herêmî û meclîsên parêzgehan re serlêdan bê şandin û daxwaz bê kirin ku navên gundan ên li ser nexşeyên fermî û tabelayên îdarî bi navên resen ên Kurdî re werin guhertin.

Nav û mînakên gundên ku navên Tirkî hatine ferzkirin

Li Başûrê Kurdistanê gelek navên cih û deveran ên Tirkî hatine bikaranîn. Tê ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 140 gund hêj bi navên Tirkî tên zanîn. Armanca kampanyayê ew e ku ev navan bi navên wan ên resen ên Kurdî werin guhertin.

Hinek navên gundan ên tê diyarkirin ku hatine Tirkîkirin:

Altin Köprü – Pirdê

Kara Hıncır – Hincirê

Taze Hurmatû – Hurmatû

Beşir – Bêşe / Bêşêr

Oğlan – Kurê

Topzava – Girdawe

Kara Tepe – Girdereş

Kara Çoğ – Reşekêw

Karadağ – Siyakêw

Baş Tepe – Sergerd

Yağcılar – Ronker

Yayçı – Kevanger

Deli Oğlan – Kureşêt

Bayat – Şêrwane

Köçek – Gundok

Karakuş – Qaşegund

Karaman – Qaraman

Koç Bulak – Kanîy Koç

Sarı Tepe – Girdêzer

Ağcalar – Spîyan

Karana – Reşenawe

Çakal Oğlu – Çaqalan

Kara Hasan – Hesen Reş

Karagöz – Çawreş

Tekeli Oğlan – Kurê Tekê

Koç Tepe – Girdî Koç

Karabeg – Begî Reş

Orta Bulak – Kanî Nawerast

Kara Çay – Çemê Reş

Kara Kasım – Qasimî Reş

Baş Bulak – Serkanî

Ağ Bulak – Kanî Spî

Sarı Bulak – Kanî Zer

Koç Oğlan – Kurê Koçer

Aşağı Karatepe – Girdereşî Xwarê

Yukarı Karatepe – Girdereşî Serû

Baş Çay – Serçem

Göl Tepe – Girdî Gom

Ağ Tepe – Girde Spî

Karayanız – Reşedê

Ji bilî van mînakan, tê gotin ku li ser sînorên parêzgehên Kerkûk, Dîyala û Nînova li navên sedan gundên biçûktir re pevekên gir, gund, reş, ziving, girêk û bêr hatine zêdekirin û navên wan ji bo navên biyanî hatine guhertin.

Astengiyên li pêşiya kampanyayê

Pêvajoya vegerandina navên Kurdî ya navên gundên hatine Tirkîkirin, tevî piştgirîya berfireh a gel jî bi gelek astengiyan re rû bi rû ye. Guhertina navekî ya di belgeyên fermî, tapoyan û nexşeyên dewleta Iraqê de, hewceyê biryarên fermî û hemahengiyeke tevlihev a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de ye. Li herêmên nakok, hinek aliyên siyasî hewl didin vê kampanyaya sivîl û dîrokî wek gaveke siyasî an jî hewldanek ji bo jêbirina nasnameya pêkhateyên din nîşan bidin. Lê kesên ku destek didin kampanyayê, diyar dikin ku armanca wan tenê derxistina rastiyên dîrokî û erdnîgarî yên herêmê ye. Ji ber ku gelê herêmê ev navên hatine ferzkirin ev bi salan e bikar tînin, nifşên nû fêrî van navên hatine ferz kirin bûne. Lewma, tê gotin ku pêdivî bi zêdekirina xebatên şarezakirinê heye.

Girîngiya parastina nasnameya erdnîgarî

Serkeftina vê kampanyayê ne tenê ji bo vegerandina navan girîng e, ji bo parastina mîrateya dîrokî û çandî ya Kurdistanê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Lêkolîner, diyar dikin ku navên cihên erdnîgarî perçeyekî ku ji bîra neteweyî ya gelekî ne, nayê veqetandin e û guhertina wan tê wateya jêbirina hebûna dîrokî ya vî gelî ya li ser axa xwe ye. Çalakvanên kampanyayê, ragihandin ku ew ê bi armanca vegerandina nasnameya rastîn a gundên Başûrê Kurdistanê, komkirina belgeyên kevn, nexşeyên dîrokî û şahidiyên kesên herêmê, bidomînin.

Pêvajoya vegerandina navên resen ên Kurdî yên cihên coxrafî ne tenê têkoşînek çandî û dîrokî ye, di heman demê de wek erkeke hiqûqî û civakî ji bo parastina nasnameya erdnîgariya Başûrê Kurdistanê tê dîtin. Rêvebirên kampanyayê, ji bo navên resen ên Kurdî di nexşeyên fermî de cih bigrin û rastiyên dîrokî derbasî nifşên pêşerojê bibe, xebatên xwe yên di rêveberiyên herêmî de didomînin.