‘Li Başûrê Kurdistanê vegera jinên girtî a nava civakê gelekî zehmet e’

Li Başûrê Kurdistanê jinên ku dikevin girtîgehê, ji bilî şert û mercên giran ên zindanê, neçar dimînin bi zextên civakî, stîgmatîze û nediyariya paşeroja xwe re jî têbikoşin.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê jinên girtî, ji bilî şert û mercên dijwar ên girtîgehê, ji ber şermezarkirin û stîgma civakî di nava fikarên kûr de dijîn. Civak bi çavekî biçûk li jinên girtî dinêre û malbat jî pir caran guman ji wan dike. Ji bo jinan girtîgeh veguheriye cihê şermê û piştî serbestberdanê jî vegera wan a nava civakê gelekî zehmet e.

Şert û mercên girtîgehê û nêzîkatiya rêxistinan

Seroka Beşa Karûbarên Jinan a li Navenda Çandî ya Jaf, Kewser Hesen diyar kir ku pirsgirêkên jinan li dadgehên Herêma Kurdistanê bi temamî nehatine çareserkirin û got: “Em bi rêkûpêk serdana girtiyên jin dikin û ji rewşa wan agahdar in. Jinên ku hatine cezakirin û girtin, ji aliyê fizîkî ve di rewşeke baş de ne, odeyên wan hene, cil, sêwiran û xwarin ji wan re tê peydakirin. Rêxistina me ji bo wan çalakî û pîrozbahiyan li dar dixe. Gelek ji wan xwedî parêzer in lê dîsa jî dozên wan li dadgehan bi temamî nayên çareserkirin û pir caran ji wan tê xwestin ku li derveyî dadgehê li hev bikin.”

Dûrbûna ji zarokan û zexta malbatê

Kewser Hesen bal kişand ser rewşa dayîkên girtî û wiha berdewam kir: “Girtîgeh ji bo jinan bûye hişyariyeke giran. Hinek jinên di girtîgehê de xwedî zarok in û zarokên wan tenê hefteyê carekê dikarin serdana wan bikin. Ev ji bo dayîkan pirsgirêkek gelekî dijwar e. Hinek malbat bi xwe jî naxwazin zarok an kêmtemen di hawirdora girtîgehê de bin. Di girtîgehan de xebatkarên civakî hene ku hewl didin rave bikin ku girtîgeh ji bo çareserkirina şaşiyan cihên xizmetê ne.”

'Divê jinên hatine berdan ji nû ve tevlî civakê bibin'

Kewser Hesen diyar kir ku ew bi konferans û semîneran hişmendiyê belav dikin û destnîşan kir ku divê nêzîkatiya berê ya beramberî van jinan biguhere û wiha domand: “Hinek jinên piştî girtîgehê dibêjin ku civak êdî wekî berê muameleyê li wan nake. Divê em alîkariya wan bikin ku tevlî nirxên civakî bibin û fêm bikin hemû mirov dikarin şaşiyan bikin. Divê cudakarî li dijî wan neyê kirin, derfetên kar ji wan re werin avakirin û di nava civakê de kêm neyên dîtin. Belavkirina hişmendiya civakî û zagonî ji bo ku ev jin rastî xapandinê neyên pir girîng e.”

Pirsgirêka ewlehiyê û riyên çareseriyê

Kewser Hesen da zanîn ku piştî serbestberdanê, ewlehiya jinan her dem nakeve bin temînatê û ev rewş rasterast bi asta hişmendiya malbatan ve girêdayî ye. Her wiha da zanîn ku dadgeh bi riya kefaletê yan jî bi lihevhatinên eşîrî hewl dide jiyana wan biparêze lê ev ne çareseriyeke tekez e.

Kewser Hesen di dawiya axaftina xwe de banga hişyariyê kir û got: “Berî ku mirov li ser tundiyê yan kuştinê bifikire, çareseriyên din hene. Divê em pirsgirêkên xwe bi diyalog û têgihîştinê çareser bikin. Dema ku em di bin zextê de bin divê ji heval, nas an pisporan alîkariyê bixwazin. Ez ji rêxistinên civaka sivîl dixwazim xebatên hişyarkirinê zêdetir bikin da ku rê li ber rijandina xwînê û tundiyê bigrin.”