Li Başûrê Kurdistanê tundiya mêr

Ji ber nebûna polîtîkayek ku rê li ber tundiya li ser jinan bigre û berevajî vê yekê di warê qanûnê de zagon piştevaniya kiryaran dikin, tundî û qetilkirina jinan li Başûrê Kurdisgtanê her ku diçe zêde dibe.

Navenda Nûçeyan - Li Başûrê Kurdistanê kuştina jinan, gef û tundiya li ser wan her ku diçe zêde dibe. Hikûmet ji bo kêmkirina rêjeyên kuştina jinan, ango polîtîkayên ku rê li ber tundiya li ser jinan bigre nameşîne, berevajî vê zagon jî di bicihkirinê de piştgiriya bersûcan dikin. Rêveberên civakê jî bi riya perwerde û hişyariya xwe ji bo kêmkirina bûyerên kuştin û tundiyê kar nakin. Beşek ji rêxistinan tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, ji bo mafên jinan ên bingehîn kar nakin.

Bûyerên tundiya hemberî jinan, bi awayekî rast di medyayê de nayên belavkirin, tenê beşek kêm a bûyeran tê belavkirin. Ji ber vê jî tundiya ser jinan gelek zêde bûye lê belê ji ber ku tên veşartin zêde nayê zanîn.

Bûyerên ku di medyayê de hatin belavkirin bi vî awayî ne:

*Di 1’ê Hezîranê de li avahiya Gulîşar li bajarê Silêmaniyê, cenazeyê jinek ku bi awayekê guman jiyana xwe ji dest daye hat dîtin. Li gorî agahiyan temenê wê di navbera 27-30 salî de ye.

*Di 4’ê Hezîranê de li herema Soranê jinek ciwan ku xwendekara Zanîngeha Soranê bû ji qata çaran a cihê li dimîne ya zanîngehê xwe avêt xwarê. Jina ciwan a xwendekara sala duyem a zanîngeha Soranê bû, bi giranî birîndar bû.

*Di 18’ê Hezîranê de rêveberiya polîsên Silêmanî ragihand ku piştî  tomarkirina gilî, zagonê li ser bersûc ku gefa belavkirina wêne û vîdeoyên taybet li jinekê kiribû, hêzên polîsan dest bi lêkolîna ji bo dîtin û girtina bersûc kirine.

Diyar bû ku piştî girtina biryara dadgehê, di demek kurt de bersûc hatiye dîtin. Navê bersûc X.H di sala 1987’an de ji dayik bûye.

*Şeva 19’ê Hezîranê li taxa Gulan a bajarê Hewlêrê Evîn Remezan e 20 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû û hev berdabûn bi çekê hat qetilkirin û di êrişê de xwişka wê Dilvîn a 16 salî jî birîndar bû. Dilvîn a li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

*Roja 25’ê Hezîranê bersûcek bi navê D.B.E yê 35 salî ku xelkê ji deveyî herêma Kurdistanê ye, bi navê derfetên kar li Silêmanî kompanyayek danî, piştre destdirêjî li du jinên ciwan kir û hinek pere jî ji wan girt. Hat diyarkirin ku piştî 25’ê Hezîranê jinek ciwan bi mebesta gilîkirinê serdana ofîsa Rojhilat a girêdayî rêveberiya pêşîlêgirtina tundiya li dijî jin û malbatê kir. Hat ragihandin ku piştî tomarkirina gilî bi biryara dadgeha lêkolîna tundiya malbatê, bersûc hatiye girtin.