Li Başûrê Kurdistanê tundiya mêr!

Li Başûrê Kurdistanê di meha Gulanê de 3 zarok û jinek hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Zarokek bi çekê birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Li Başûrê Kurdistanê tundî û kuştina jinan zêde dibe. Hejmara zêde ya mirinên jinan ên bi guman wekî 'întîxar' tê tomarkirin.

Li gorî bîlançoya tundiyê ya ku ajansa me ji nûçeyên medyayê berhev kiriye, di meha Gulanê de li Herêma Federal a Kurdistanê 3 zarok û jinek hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Zarokek bi çekê birîndar bû.

Bûyerên şîdetê yên meha Gulanê ku ajansa me berhev kiriye wiha ye:

*Di 8'ê Gulanê de li gundê Kelespiyê yê Akrê jineke ciwan a 26 salî bi guman jiyana xwe ji dest da, piştî lêkolînê derket holê ku jina ciwan ji aliyê birayê xwe ve hatiye qetilkirin.

*Di 10’ê Gulanê de li Kerkûkê, zarokek 7 salî ji aliyê bavê xwe ve rastî êrişa çekdarî hat. Zaroka 7 salî ya bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

*Di 11’ê Gulanê de li Raperînê zarokek 11 salî di çemê Zey Baçûk de hat xeniqandin. 2 bersûc hatin girtin.

*Di 17’ê Gulanê de li navçeya Koyê dayîk û 2 keçên wê ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû, pêşmergeyê malnîş ê bi navê Rizgar Qadir Resûl ve, bi guleyan hat qetilkirin. Di êrişa ku 4 kes hat qetilkirin de kûrê wê jî birîndar bû.

*Di 22’ê Gulanê de li taxa kevn a navçeya Kalariyê Mariya Îsmaîl a sala 2009’an ji dayik bû, bi guman jiyana xwe ji dest da.