Li Başûrê Kurdistanê mirina Fexriye û Şîraz a bi guman
Li herêma Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe kuştina jinan zêde bûye. Di nava rojekê de du jinên ciwan Fexriye Dexil Reşo ya 17 salî li kampa penaberên Êzidiyan a Dihokê û Şîraz Mehemed a 19 salî ji devera Silêmaniyê bi guman xwe kuştine, yan jî hatine kuştin û sedema kuştina wan nayê zanîn.
Navenda Nuçeyan - Li herêma Başûrê Kurdistanê di nava dû mehên derbazbûyî de hêjmara jinên ku xwe kuştin an jî hatin kuştin ji 10’an zêdetir bûye. Ev ji dide diyarkirin ku her roja ku diçe şîdeta li dijî jinê zêde dibe û jin an neçar dimîne xwe bi kuje yan jî ji aliyê mêr ve tê kuştin. Di çen saetên dawî de jî du jinên ciwan bi guman hatine kuştin yan jî xwe kuştine, sedema kuştina wan nayê zanîn.
Jinek ciwan ya Êzidî ya bi navê Fexriye Dexil Reşo ya 17 salî ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê derketîbû li qampek a Dihokê dima dawî li jiyana xwe anî. Li gor zanyariyan di nava 5 mehên dawî de ev dû buyerin di heman qampê de ru dide. Li kampên koçberên Şengalê yên li Dihokê beriya niha jî gelek bûyerên bi guman derketibûn û hatibû îdîakirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, xwe kuştine. Lê ji ber ku kamp ji bo hemû dezgehên çapemeniyê vekirî nîn in, agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.
Di bûyera dawî de tê gotin ku guman heye ku hatibe kuştin, çawan dibe ku jinek ciwan a 17 salî bi tena xwe li çadirekê dersan dibîne? Gelo li çadirekê kesek bi tenê çawa dersên dibistanê fêr dibe?
Her wiha duh êvarê jina ciwan ya bi navê Şîraz Mehemed ku 19 saliye ji ber şewatê li nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
Jina ku ji ber şewatê rakiribûn nexweşxaneya taybet ya Silêmaniyê, jiyana xwe ji dest da. Nayê zanîn bêka jina ciwan hatiye şewitandin, yan jî xwe şewitandiye. Di heman demê de sedema bûyerê jî nayê zanîn gelo jina ciwan çima xwe şewitandiye, yan jî hatiye şewitandin an jî qeza ye. Bûyerên bi vî awayî li Başûrê Kurdistanê gelek rûdidin û bê ku sedem were eşkere kirin tên veşartin. Hikumet jî derbarê mijarê de tiştekê nake.