Li Başurê Kurdistanê meşa mertalê zindî destpê kir
Di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê meşa ‘Mertalên Zindî’ ya ber bi herêma Behdînanê ve destpêkir. Hêjmarek zêde jin û welatiyên Başûrê Kurdistanê jî bi awayeke çalak beşdarî meşê bûn.
Silêmanî - Di 28’ê Mehê de Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li herêma Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, pêngava, “Werin Cenga Azadiyê” dabûn destpê kirin. Di çarçoveya vê pêngavê de îro bi beşdariya jinan û welatiyên herêma Başûrê Kurdistanê ji Koyê heya Behdînanê meşa dirêj a mertalên zindî destpê kir. Meşê ji Filkeya Sewz a Koyê destpê kir, berbi Hewlêrê ve dewam dike. Welatiyên Başûrê Kurdistanê bi taybet jî jinan piştgiriyek bihêz dan meşê û di refên pêş de cihê xwe girtin.
Di meşê de nivîsên weke, “Stop Turkey” bi zimanê îngilîzî jî hatin rakirin û dirûşmên, “Biçe derve biçe derve, artêşa Tirk biçe derve”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimre Xiyanet” û “Dîkdator Erdogan” tên bilind kirin. Meş wê heya Behdînanê ango herêmên ku dewleta Tirk êrîşan li ser didome berdewam bike û li wir weke mertalên zindî wê çalakiya xwe bidomînin.
Meş bi tilîlî û dirûşman berdewame...