Li Başurê Kurdistanê mamoste di çalakiyê de ne

Mamosteyên bi peyman li Seyîdsadiqê, ji ber ku bi salan e nayên tayînkirin, çend roj in dest bi baykotê kirine û çalakiya xwe berdewam dikin.

Şarezûr – Xwepêşandanên mamosteyên bi payman li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê piştî demekê careke din dest pê kirin û ev çend roj in berdewam dikin. Li Seyîdsadiqê çar roj in mamosteyên bi peyman li ber deriyê saziya perwerdeyê çalakî li dar xistin û xwendinê boykot kirin. Daxwaza mamosteyên bi peyman ew e ku bi fermî tayîn bibin û mûçeyên wan di dema wan de were dayîn lê belê heta niha bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn ji ber wê dibêjin ku heta berisva daxwazên wan neyê dayîn dê çalakiyên wan bidomin.

Mamosteya bi peyman Terze Refîq dibêje: “Ji roja şemiyê ve em beşdarî xwepêşandanan dibin û tenê em daxwaza mafên xwe dikin. Em tenê dixwazin bi fermî tayîn bibin. Ev çend sal in em hewldana vê yekê didin û heta niha jî hikumetê bersiva daxwazên me nedaye. Ev şeş sal in ez bi peyman im û hinek mamoste hene ji 10 salan zêdetir e bi peyman in, ew mûçeyê ku didin me gelek kêm e hinek hene xwedî malbat in, yan jî di xaniyên kirê de ne û diçin û tên, mûçeyê ku didin wan têra pêwîstiyan nakin û neçar in karek din jî bikin.”

‘Li dibistanên herêman piranî mamoste bi peyman in’

Mamosteya bi peyman Perêz Qadir ku beşdarî xwepêşadanan bûye diyar kir ku nerazîbûnên xwe bi baykotkirina xwendinê berdewam dikin û got: “Wezîrê perwerdeyê di daxuyaniyekê de gotibû me rewşa mamosteyên bi peyman baş kiriye. Lê belê di rastî de başkirin, bi fermî tayînkirin e hemû tenê demkî bûn û di gotinê de man. Heta ku bersiva daxwazên me neyê dayîn, em venagerin xwendinê û pirsên ezmûnan radestî rêveberiya dibistanê nakin. Di nebûna me de xwendin bi awayek bi tendirust  nîn e û di saet 10:00’an de xwendekar vedigerin malê. Li dibistana me hejmarek zêde ya mamosteyên bi peyman hene, ji derveyî rêveber û cîgirên wan hemû mamoste bi peyman in. Ev baykota me dê bandorê li ser perwerdeyê bike.”

Dersan boykot dikin

Emîr Qanih 8 sal in mamosteyê bi peyman e dibêje: “Ev daxwazên me yên çend salan, ew in ku em tayîn bibin û mûçeyê ku em heq dikin bidin me, ew mûçeyê ku em digrin, hinek didin kirêya malê û yê din jî têra hatin û çûyînê nake, ev yeke wisa dike ku mamoste karê xwe berdewam nekin.”

Ev çend roj in mamosteyên bi peyman ji bo daxwazên xwe yên bi fermî tayînbûnê careke din dest bi çalakiyan kirine û dersan boykot dikin. Ji ber ku di dema ku nêzîkbûna ezmûnên dawiya salê de ne diyar dikin dê baykota dersê berdewam bikin û heta bersiva daxwazên wan neyê dayîn dê pirsên ezmûnan radestî rêveberiya dibîstanan nekin.