Li Başûrê Kurdistanê kampanya alîkariyê didome

Kampanayayên piştevaniyê yên ji bo mexdûrên erdeheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Silêmanî – Îro 5 roj e kampanaya piştevaniyê ya ji bo mexdûrên erdehajê 6’ê Sibatê ya Bakûr û Rojavayê Kurdistanê rû da, li Emnesora Bajarê Silêmaniyê berdewwam dike. Ev kampanya piranî ji pêdawistiyên sereke yên weke cil û bergên zivistanê, xwarin, pêdawistiyên jin û zarokan pêk tê. Hemwelatî bi awayek germ serdana kampanyayê dikin û li gor hêza xwe alîkariyê dikin.

‘Dengê hawara Kurdan di guhê min deye’

Jinek ya xelkê Silêmanî Pakîze Celal da zanîn ku ev karesate dilê hemû cîhanê hejandiye. Netewa Kurd ev bi salan e rastî êşê tê û wiha got: “Divê cîhan dengê xwe derbixwe, ji ber ew beriya Kurdbûnê mirov in. Her tim dengê wan kesan dibin kavilan de hewar dikin di guhê min deye. Divê hemû Kurd alîkariyê bikin, ji ber îro li beşek yê Kurdistanê ev karasat qewimiye, wê sibe li beşek din biqewime. Ji ber wê divê em hemû piştgiriya hevdû bikin û li gora hêza xwe em alîkariyê bikin.”

‘Hemû parçeyên Kurdistanê hevdû temam dikin’

Befrîn Silêman bi bîr xist ku divê herçar parçeyên Kurdistanê di bûyerên bi vî awayî de hevdû bigrin û wiha got: “Divê hemû kes bi erkê xwe rabe û alikariyê ji bo Kurdên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bikin. Her perçeyek yê Kurdistanê temamkerê parçeyên din e. Ji ber wê giring e em êşên hevdû parve bikin û piştgiriya hev bikin. Ji ber Kurdistan yek parçeye.”

‘Dem dema xwedî derketina hev e’

Ceyran Elî ku li gora hêza xwe beşdarî kampanya komkirina alîkariyê bûye, anî ser ziman ku dem dema xwedî derketina hev e û wiha got: “Hertim gelê Kurd rastî zext û zorê hatiye, lê belê Kurdan hertim piştgiriya hevdû kiriye û li hev xwedî derdikevin.”

Kurde Mihemed jî got: “Em hemû xûşk û birayên hev in û nabe kes pişta xwe bide xûşk û biryên xwe. Divê em hemû di aliyê madî û manewîde bi hevre bibin alîkar. Da ku em bikarin îradeya xwe bilind bikin. Bi yekgirtina netewekê xem jî kêm dibe.”