‘Li Başûrê Kurdistanê jin ji her demê zêdetir li qadan bûn’

Edama Yekitiya Jinan Beyan Mihemed anî ziman ku 8’ê Adara îsal li Başûrê Kurdistanê ji her demê rengîntir hatiye pîrozkirin û ruxmê astengiyan jî jin li qadan bûne û daxwaza azadiyên xwe kirine.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê jin li çar aliyê cîhanê rûxmê êriş û astengiyên mêr-dewletê li qadan bûn daxwaza maf û azadiya xwe kirin.

Edama Yekitiya Jinan Beyan Mihemed anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê jî jinan li hemberî êrişên mêr ên her ku diçe zêdetir dibe ev sal ji her demê zêdetir bi rengîn beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûne.

Edama Yekitiya Jinan Beyan Mihemed destpêkê 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û der barê dîroka 8’ê Adarê de wiha got: “Ji dîrokê ve heta niha roja 8’ê Adarê weke roja jinan hatiye binavkirin. Weke çawa li seranserê cîhanê tê pîrozkirin û nirxa herî mezin e, li Başûrê Kurdistanê jî bi heman awayî tê pîrozkirin û nirxa herî mezin e. Bi taybetî rêxistinên jinan çalakiyên pîrozkirinê li dar dixin.”

‘Sal bi sal pîrozkirina 8’ê Adarê cuda dibe’

Beyan Mihemed destnîşan kir ku ji berê ve li Başûrê Kurdistanê 8’ê Adarê dihat pîrozkirin û wiha got: “Civak di nav de beşek jin agahiya wan ji wê roja ku rojek taybet e ji bo jinan tunebû. Nizanibûn di bingehê de ev roj çima heye, fikrên civakê û hişyarnebûna hemwelatiyan der barê 8’ê Adarê de wisa kiriye ku pîrozkirina wê kêm be. Ji ber wê di wan salan de çalakî bêdengî dihatin kirin, tenê di wan cihan de çalaki dihatin kirin ku bi taybetî rêxistinên jinan bûn û tenê çalakî li dar dixistin. Her sal çalakî tên guhertin, jinên ku daxwaza mafên xwe dikin, beşdarî pîrozbahî û çalakiyan dibûn. Ne hişyariya civakê wisa kiriye ku çalaki kêm bin.”

‘Çalakiyên jinan hatine guhertin ne weke berê ne’

Beyan Mihemed îşaret bi wê yekê kir ku salên borî de dema ku weke jinên rêxistinan banga pîrozkirina 8’ê Adarê dikir, hemwelatiyan guh nedidan wê bangê û beşdarî çalakiyan nedibûn, niha ev rewş berovajî bûye û hişyarî çêbûye û wiha domand: “Ji ber pêşektina civakê û zêdetir hişyarî  der barê pirsgirêka jinan de çêbûye, niha çalakî hatine guhertin û sal bi sal zêdetir girîngî bi 8’ê Adarê tê dayîn. Jin di nava rêxistinan de ne û hewl didin balê bikşînin ser girîngiya vê rojê. Bi vê mebestê jî her sal em çalakiyên cuda li dar dixin. Mînak; me sala par jinên ku ji aliyê mêr ve hatin kuştin pêşanda û îsal jî me çend çalakiyên cuda yên cur be cur li dar xistin.”

‘Astengiyên li Başûrê Kurdistanê nikarin pêşî li hişyariyê bigrin ’

Beyan Mihemed der barê pîrozkirina 8’ê Adarê û astegiyên li Başûrê Kurdistanê de bi bîr xist ku li pêşiya hişyarkirin û nirxandina vê rojê ji bo jinan astengî gelek hebûn û got: “Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê dikaribûn heta niha hişyariyê çêbikin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Lê belê di nava çend salên ku kar û xebat tên kirin de, heta niha jî negihîştine aramanca ku ji bo wê têdikoşin. Divê çalakiyên jinan tenê di çarçoveyek de nemînin, werin guhertin.”