Li Başurê Kurdistanê herî kêm 42 jin hatin kuştin 19 mirinên bi guman
Ji Mijdara 2024’an heta Mijdara îsal 42 jin hatin kuştin, 19 jin bi guman mirin. Di çarçoveya çalakiyên pêngava 16 rojan a Têkoşîna li dijî Tundiyê li ser Jinan de, jinên Başûrê Kurdistan bi riya hişyarkirina civakê dixwazin tundiyê ji holê rakin.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Tundiya li dijî jinan didome. Li tevahî cîhanê jin rastî tundî û kuştinê tên. Ev rewş weke li her derê li bajarên herêma Kurdistanê jî wisa ye. Nûçeyên kuştina jinan her roj tên bihîstin. Yek ji sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan, dagirkeriya dewletan a bi hevkariya hêzên Herêma Kurdistanê ye. Her wiha ji aliyê partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ji ber xebatê jin rastî tundiyên tên. Bi pergala kapîtalîst û belavkirina jehra wê jin rastî tundî û kuştinê tên. Tevî ku zêdeyî çar sal in daneyên tundî û kuştina jinan ji aliyên pêwendîdar ve nayên belavkirin, li gorî daneyên ajansa me NÛJINHA’yê ji meha Mijdara 2024’an ve heta Mijdara îsal 42 jin hatin kuştin, 19 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane, 5 jinan hewl dane xwe bikujin, jinek jî neçar maye xwe bikuje.
‘Pêwistiya malbatan bi hişyarkirinê heye’
Çalakvan Şine Kerîm wiha got: “Tundî li dijî jinan bi awayê tundiya fîzîkî, civakî, siyasî û olî, didome. Rêxistinan gelek astengî li pêşiya jinan rakirin. Di sala 2013’an de DAIŞ’ê li navçeyên herêma Kurdistanê li dijî Kurdan bi taybetî jinan êrîşên tundrew kir. Niha jin di rêxistinan de bi karên cudatir û bi hêztir ji bo maf û destkeftiyên jinan dixebitin.”
‘Pêwistî bi hişyariya malbatan heye’
Şine Kerîm da zanîn ku tundiya li dijî jinan di nava malê de didome, jin ji aliyê desthilatdarî û sermayedaran ve rastî tundiyê tên û got: “Pergala kotayê jî tundiyek din e li dijî jinan. Berdewamiya tundiyê tevahî jiyana jinan dorpêç kiriye. Rojane bi riya ragihandinê, bûyerên kuştina jinan tên eşkerekirin. Dane her diçe zêde dibin. Em dizanin 8’ê Adarê roja jinan e lê belê îsal di roja jinan de jinek bi destên mêran û zihniyta mêrsalar hat kuştin. Li vê derê derdikeve holê ku feraseta mêrsalar û kuştina jinan di her demê de didome. Ji ber wê pêwistiya me jinan bi hişyariya di nava malbatê de heye. Jinek di nava malbatê de xwedî maf e û dikare bi xwe biryara xwe bide. Ev jî divê bi riya rêxistinên jinan û çalakvanên jin ve bê belavkirin. Jin berê xwe bidin rêxistinan ew jî divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina malabatan çareseriyan bibînin.”
‘Pergala sermayedar zextê li jinan dike’
Rojnamevan Perêz Sabîr wiha behsa pergala sermayedar kir: “Pergala sermayedar zextê li civakê û bi taybetî li jinan dike. Pergala sermayedar bandorê li jinan dike. Dema jinek beşdarî pêvajoyên siyasî dibe, di dema pêngavên hilbijartinê de beşdarî dibin, kêmtir di nava dezgehên hikumetê û peywirên siyasî de cih digrin. Divê jin li dijî desthilatdarî û partiyên rê li wan digrin ku beşdarî qada siyasetê bibin bisekinin. Tevî tundiya siyasî, jin di nava civak û dezgehan de rastî tundiyê tên. Her sal 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a navneteweyî ye, pêngava 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, tê meşandin. Pêwist e hewldan ji bo hişyarkirina kes û ciwanan li ser pirsgirêk û mafên wan hebin. Bi riya çalakî û konferansan ciwan, jin û malbatan hişyar bikin. Ji ber ku hişyarkirina malbatan dê pirsgirêkê çareser dike.”
‘Divê jin û ragihandin bi hev re bixebitin’
Perêz Sabir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Daneyên rast li herêma Kurdistanê nayên belavkirin. Ji ber veşartina pirsgirêkan û tundiya di nava malbatan de, ragihandin nikare xwe bigihîje daneyên rast ên tundiyê. Rêxistinên civaka sivîl ên kar ji bo kêmkirina tundiyê û kuştinê dikin jî nagihîjin daneyan. Ew dane ji aliyê rêveberiyan ve nayên girtin. Ji ber wê tundî didome loma divê em jin û ragihandin li ser daneyan bi hev re bixebitin.”