Li Başûrê Kurdistanê di êrîşên dewleta Tirk de 11 welatî hatin qetilkirin

Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ragihand ku di sala 2023'an de di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê de 11 welatî hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Cameran Osman ragihand ku di sala 2023’an de di êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê 11 welatî hatine qetilkirin.

Cameran Osman ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku di êrîşên bi balafirên şer ên dewleta Tirk de 7 welatî, di êrîşên bi balafirên şer de 3 welatiyan û di encama teqîna mayinekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên CPT’ê di êrîşên sala 2023’an de li Dihokê 5 welatî jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûne. Li Hewlêrê welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 8 welatî jî birîndar bûn. Li Silêmaniyê 5 welatî jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî jî birîndar bûn.