Li Başûrê Kurdistanê daneyên qedexekirî: Herî kêm 54 jin hatin qetilkirin

Li Herêma Başurê Kurdistanê ku parvekirina daneyên tundî û qetlîamên li ser jinan hatiye qedexe kirin, di sala 2022’an de herî kêm 54 jin an hatin qetilkirin an jî mirina bi awayekî gumanbar hat jiyîn.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Herêma Kurdistanê, xwest bi qedexekirina parvekirina daneyên bûyerên qetilkirin û tundiya li hemberî jinan ya di sala 2022’an de hatiye jiyîn, bihîstina vê ya li raya giştî asteng bike. Tevî vê yekê jî ajansên nûçeyan û saziyên jinan bi hewildanên daneyên li ser jinan berhev dikin.

Li gorî nûçeya li Rojnewsê cih digre, Li Herêma Başurê Kurdistanê di navbera dîrokên 2’ê Çile û 28’ê Kanûna 2022’an de herî kêm 54 jin an hatin qetilkirin an jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên sala 2021’an a Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, di nava 12 mehan de 24 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Li gorî rapora Rêxistina Harîkarî Yasayî ya Jinan ya di 26’ê Hezîrana 2022’yan de weşand jî, di şeş mehên destpêkê yên salê de tundiya nava malbatê zêde bûye. Di raporê de hate diyar kirin ku 29 jinan xwe şewitandin, 31 jinan bi awayeki guman jiyana xwe ji dest dan û 22 jin jî ji ber behaneya ‘namûs’ an jî sedemên cûda hatine qetilkirin.

Wezaretê parvekirina daneyan asteng kir

Di 8’ê Hezîrana 2022’an de Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek pêşkêşî tevayî saziyên çapemeniyê kir û ragihand dayîna nûçeyên kuştin, xwekuştin û şewitandinê yên li ser jinan qedexe ye. Wezaretê ev biryar bi hinceta ku ‘exlaqê civakê xirab dibe û bandorek nerênî li ser civakê dike’ da.