Li Başûr kampanya ji bo alîkariyan didome: Divê sînor werin vekirin

Li Başûrê Kurdistanê kampanyaya komkirina alîkariyên ji bo koçberên Şehba û Til Rifetê didome. Beşdarên kampanyayê bal kişandin girtina deriyê sînor ê Sêmalka û gotin “Girtina deriyê sînor siyasetek din ya dagirkerî ye.”

DÎDAR ŞEHLA

Silêmanî – Piştî êrişên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî bi sedhezaran kes ji Til Rifet û Şehbayê ku di bin dorpêça çeteyan de ma koçî herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser kirin. Li Başûrê Kurdistanê kampanya alîkariyan ji bo koçberan hat destpêkirin. Beşdarên kampanyaya alîkariyê anîn ziman ku dewleta Tirk li ber çavên cîhanê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û divê li hemberî vê bertek bên nîşandan. Beşdaran bal kişandin ji aliyê PDK’ê ve girtina deriyê Sêmalka û gotin: “Divê sînorên me werin vekirin û em bikarîn alîkariya ku me komkiriya bişînin ji Rojavayê Kurdistanê re.”

‘Êriş nayê qebulkirin’

Endama Tora Hevpar ya Rêxistinên Silêmanî Amîne Ehmed wiha got: “Mixabin em dibînin dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê li dijî kes, jin û zarokan komkujî pêk tîne. Ew siyaseta ku heye siyasetek tundrew ya Tirk e û di qada navnetewî de bêdengiyek li hemberî êrişan heye. Ev êriş di aliyê mirovî û siyasî de nayê qebulkirin. Kurdên Rojava parçeyek dilê Kurdên Başûr e. Rast e, Kurdistan mezin e bi hewla dagirkeran parçe bûye.  Em di wê hêviyê de ne Kurd li her cihekê yê dinyayê helwestek netewî hemberî êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin. Weke Kurdên Başûr me pêngav li ser navê jinên başûr û kesayetiyên diyar yên bajarê Silêmanî ji bo komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê destpê kir û alîkariyek zêde hate komkirin. Lê belê divê hikumeta herêma Kurdistan deriyê sînorê sêmalkan veke da ku bikarin alîkarî bigihînin.”

‘Yekrêzî û yekdengiya Kurdan girîng e’

Amîne Ehmed da zanîn ku Kurd di dîrokê de di hemû rewşên hestiyarî de xwedî yek helwestê bûn û erkê xwe yê netewî bi cih anî û got: “Ger were bîra me, di dema kîmyabarankirinkirina  Kurdan û di serhildana 1991’an li Başûrê Kurdistan, Kurdên Bakûr û Rojhilat helwesta xwe nîşan dan. Ji ber vê ev yekrêzî û yekdengiya Kurdan gelek girîng e. Kurd li her cihek dinyayê be hesta netewî ji bîr nake.”

‘Girtina deriyê sînor siyasetek din ya dagirkerî ye’

Her wiha Amîna Ehmed diyarkir ku girtina deriyê sînor ji bo koçberan siyasetek din ya dagirkerî û dijminatiya Kurdane û wiha got: “Ger sînor nevekin jî em dest ji helwesta xwe bernadin  û çawa be em ê alîkariya xwe bişînin Rojavayê Kurdistanê. Divê desthilatdar li dijî vê hewla dagirkeriyê bêdeng nebe û sînorên meyên berbi Kurdên Rojava ve vekirin û berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”

‘Divê sînor werin vekirin’

Nûnera Zerdeştiyan Awat Derya da zanîn ku niha tişta herî giring yekrêziya gelê Kurd e û wiha got: “Mixabin em dibînin Kurdên Rojava ku êriş li ser heye di rewşek gelek dijwar deye. Bi rastî divê em weke Kurdên Başûr, çi ji destê me were bikin. Niha pêwîstiya wan bi me heye û divê berê ji bîra me neçe dem ku pêwîstiya me bi wan hebû, wan alîkariya me kir. Ji ber vê jî divê em jî alîkariya Kurdên Rojava bikin. Divê sînorên me werin vekirin û em bikarîn alîkariya ku me komkiriya bişînin ji Rojavayê Kurdistanê re.”