Li Bangladeşê ji ber lehiyê bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûn

Li Bangladeşê bi guherîna avhewayê re musonên havînê bêrêkûpêk bûn, zêdeyî 2 milyon kes ji lehiyê bandor bûn, bi deh hezaran kes bê mal man û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Li Bangladeş a ku bandorên guherîna avhewayê bi kûrahî tê hîskirin, zêdeyî 2 milyon kes ji lehiyê bandor bûn. Ava lehiyê xaniyan serûbin kir. Dibistan hatin girtin û zêdetirî deh hezar kes ji cih û warên xwe bûn.

Di daxuyaniya xwe ya dawî de Wezareta Karesat û Alîkariyê hişyarî da ku tê pêşbînîkirin di rojên pêş de li herêmên naverast û başûr baraneke zêde bibare û dibe ku rewş xirabtir bibe. Wezaretê her wiha ragihand ku nêzî 40 hezar kes li stargehên dewletê bi cih bûne û zêdetirî 600 tîmên tenduristiyê jî ji bo dermankirina mexdûrên lehiyê hatine erkdarkirin.

Ji meha Gulanê û vir ve 72 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê din ji ber lehiyê gelek rê di bin avê de man. Di nava agahiyên ku ji herêmê hatîn de tê gotin ku pir û bend jî hilweşiyane. Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan sewal li ber lehiyê çûne. Hejmara kesên ku ji meha Gulanê û vir ve li welêt ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan bû 72.

48 hezar kes li kampan dimînin

Baranên musonê yên demsalî ku ber bi dawiya meha Gulanê ve dest pê kir, li Hindistanê jî bi bandor bû. Li herêma Assam a Hindistanê dema ku ava lehiyê kêm dibe, li bakurê Bangladeşê hê jî 48 hezar kes li kampan dimînin.

Av ji asayî bilindtir dibe

Serokê bernameya guherîna avhewayê ya ajansa pêşketinê ya BRAC Liakath Ali, bal kişand ser wê yekê ku av ji asayî bilindtir dibe û got: “Gelê Bangladeşê fêrî lehiyan buye, lê li deverên nizim zû gihiştiye astên pir bilind û mirov neçar man xwe li stargehan bigirin” û anî ziman ku hin kes bi kelekên ku ji darên mûzê hatine çêkirin ji lehiyê xilas bûne.