Li Banê dorpêça leşkeri berdewam dike: Gundî nikarin ji malên xwe derbikevin

Partiya çepên Kes der barê dorpêça leşkerî ku ev du mehe li ser gundê Bana yê Şirnexê berdewam dike raporek amadekir û diyarkir ku gundi dibin zextên dijwar dene û nikarin ji malên xwe derbikevin.

Şirnex- Gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ev dû mehe dibin dorpêça leşkeri deye. Parlementerên Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û rêxistinên bajarê Şirnex û navçeyên wê ên Partiya Çepên Kesk der barê lêkolînên ku li gundê Banê kirin de raporek amade kir.

Piştî lêgerînên dijwar şandeyê karîn biçin gund

Di rapora ku tiştên ku gundiyan gotin, çadêriyên şandeyê  û tesbîtan cih girtî de ji derveyî şandeya li Basayê lêkolîn kirin rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk jî di civînê de cih girtin. Di rapora ku ji aliyê Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak ve hat xwendin de hat diyarkirin ku dema heyet ji rêya sereke dikeve rêya gund ji aliyê 4 leşkeran ve hatiye rawestandin û wiha hat gotin: “Piştî pirskirina nasnameyê ya heyetê û endamên partiyên din ên bi wan re ji bo çavdêriyan bikin rêya xwe dewam kirin. 100 metre dûrî gund, hat dîtin ku rêya gund bi maşîna zirxî hatiye girtin. Li vir ji aliyê komeke qerebalix a leşkeran ve hatin rawestandin û careke din nasname hatin kontrolkirin. Heyeta ku bi hinceta di pergala GBT’ê de ‘pirsgirêk heye’ 40 deqîqeyan hate sekinandin, piştre karîbû bikeve gund.”

Diyarkirin ku ketin û derketin gund wê werin kontrolkirin

Di raporê de vegotin, çavdêrî û tespîtên gundiyan wiha cih girtin: “Piştî ku yekîneyên leşkeran ên demekî dirêj ji derveyî gund disekinîn 3 hefteyan hatine derdora gund, bi rêya mûxtar ji gundiyan re hatiye gotin ku '14 rojan qedexe hatiye danîn, ketin û derketinên li derdora gund wê bên kontrolkirin û di navbera saet 10.00-16.00'an de wê li nuqteya kontrolê ya di ketina gund de destûra çêrandina heywanan û avdana bexçe, rez û erdên çandiniyê bê dayîn.” Di raporê de hate destnîşan kirin ku di vê serdemê de tevî ku car caran maşînên zirxî ketin nava gund jî, li navenda gund xebatên lêgerîn û binçavkirinê nehatin kirin.

 Neçar man ku lawiran bişinin gundên din

Di raporê de amaje bi wê yekê hat kirin ku di 13’ê îlonê de ji gundiyan re hat ragihandin ku çêrandina sewalan û daketina nava bexçeyan qedexe ye û destûr ji kesî re nayê dayîn û wiha dom kir: “Gundiyan ji hêzên ewlehiyê re gotiye ku heke pez neyê çerandin nikare demekî dirêj di hundir de bimînin. Di heman rojê de ji gundiyan re bi rêya muxtar hat gotin ku 'berî derengiya êvarê dikarin heywanên xwe ji gund derxînin'. Piştre gundên nêz hatin agahdarkirin. Gelek gundî neçar man zêdetirî 300 pezên xwe, bi lez û bez bişînin gundên din. Hejmareke kêm ji pez û dewaran li gund man.”

Gundiyan ziyan ditin xebatên hilberînê sekinin

Di raporê de hate bi bîrxistin ku tevî ku gundiyan bi belavkirina lawirên xwe ya li gundên derdorê re çareseriyeke demkî dîtin da ku ji birçîna nemirin, ji pirsgirêka avdanê ya rez û baxçeyên xwe re nekarîne çareseriyekê bibinin wiha hate gotin: “Gundiyên ku diyar kirin ku ew nikarin zeviyên xwe yên ku wan bi hezar hewldan û zehmetiyê çandibûn av bidin, daxwazên xwe anîn ziman ku her malbatekê herî kêm 2 kes an jî komeke ji 3-4 kesan pêk tê ji bo xebatên avdanê bimeşînin li ser navê gund bên diyarkirin û diyar kirin ku ji aliyê madî û manewî ve zerareke mezin dîtine û debara wan nemaye. Her wiha gundiyên ku li dijî van zext û neheqiyan banga hestiyariyê li raya giştî kirin, daxwazên xwe yên ji bo pirsgirêkên ku jiyane di zûtirîn demê de çareser bibin anîn ziman. Gundiyên piştî saet di 00.00’an de derketina wan a ji malê hatiye qedexe kirin, di bin zextan de ne, şertên jiyanî yên zehmet, zerarên dîtine û xebatên hilberînê sekinîne.

Gundiyan ragihandin ku bi rêya muxtarê mizgeftê tu agahdarî nehatiye kirin û ji mizgefta gund tu daxuyanî nehatiye dayîn ku qedexe hatiye rakirin û hêzên ewlehiyê di 20’ê îlonê de beriya serdana şandeyê bi rojekê li herêmeke li aliyê jor ê gund bi cih bûne. Hate dîtin ku gundiyên pezên xwe ji gund derxistin nizanin ka dê çawa pezê xwe paş ve bînin û bi fikar bûne.”

 Nayê zanîn ku ka qedexe rabûye yan na

Di raporê de hate diyarkirin ku Gundiyan ji şandeyê re ragihandin ku beriya hêzên ewlehiyê ji gund derkevin, tevî ku liv û tevgera leşkerî nebûye jî çend rojan dengê çekan hatiye û bombe hatine avêtin û ji dengê wan aciz bûne û wiha hate gotin: “Hate zanîn ku şewata li herêmê derketibû li gorî agahiyên şandeyê ji çavkaniyên herêmî wergirtin vemirî ye lê ji ber gundî nizanin ka qedexe rabûye an nerabûye nekarine biçin herêma şewat lê derketiye. du kesên ji bo mevandariyê hatibûn gund ji ber dorpêç û qedexeyê li gund asê mane û di serdana duyemîn de karîne ji gund derkevin.”

Gundî ne rihetin

Di raporê de hate bi bîrxistin ku şêniyên gund ên nizanin qedexe rabûye an na li gund negeriyane, li gundê ku xuya ye aram e nerehetî serwer bûye û got: “Şandeyê wêneyên şewata vemirî ya li herêma rez û baxçeyan û qada çandiniyê ya ji ber nehatine avdan zirar dîtine ji dûr ve kişandine û dîtiye ku xebatên avdan û hilberînê dest pê nekirine.”

‘Divê demildest dawî li pêkananînên ‘herêmên demkî ên ewlehiya taybet’ binin’

Di raporê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku Şandeyê piştî serdana gund xwest bi Walîtiya Şirnexê re hevdîtinê bike lê jê tu encam negirtin û wiha hate gotin: “Divê pêkanîna îlana ‘Herêma Ewlehiya Taybet a Derbasdar’ demildest bên bidawîkirin. Divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê demildest bûyerên li gundê Bana qewimîne bêxe rojeva xwe û di mijara binpêkirinên mafan ên di encama Herêma Ewlehiya Taybet a Derbasdar qewimîne xebateke berfireh bê rêvebirin. Divê di serî serî de rêxistinên mafan, rêxistinên sivîl ên civakî û hiqûqê têkildarî mijarê serdana gundê Bana bikin. Di di serî de li zarokan her cure piştgirî pêşkeşî gundiyên di bin zextê de bên kirin û ziyanên madî yên çêbûne bên pêşwazîkirin.”