Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 31 hezar û 643 kesan jiyana xwe ji dest dan
AFAD’ê aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 31 hezar û 643’yan.

Navenda Nûçeyan – Erdhejên ku di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbûn û bandor li 10 bajarên bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Sûriyeyê kirin. Bi ser erdhejê re 8 roj derbas bûn û her ku diçe bilançoya erdhejê girantir dibe.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Awarte (AFAD) ya dawiyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 31 hezar û 643’yan.