Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya 8'ê Adarê dest pê kir

Li seranserî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma "Têkoşîna me temînata şoreşa jinan e" tê pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan –Her sal jin li tevahî cîhanê bendewarên roja 8'ê Adarê ne. Roja heqîqet, xwebûn û vîna jinan e. Îroj dê dengê awazên jinan geş bilind bibe û hevpeymanên têkoşîna wan bigihîjin hev. Wê bedewiya jiyanê bi xemla azadiya jinan xweşik bibe û êşên jinan barê ser milên xwe bavêjin. Bi derketina hêzên desthilatdar re gelek bêbextî û neheqî li jinan hat kirin dê îro jin govenda serkeftina li dijî wê bigirin. Jinan jiyana bi rûmet hilbijart û çarenûsa xwe bi xwe diyar kirin. Ev e rastiye jinan wê peyvên helbestan û romanên dîrokê jî li ser fedakariya jinan bi tîpên zêrîn binivîsin. Jinan jiyanê ji nû ve bi wate kirin û hemû bêwatedariyên heyî parçe kirin. Di nava giyan û dilê xwe de azadiyê hembêz kirin û serkeftinên xwe li meydanên 8'ê adarê wê bi hev re parve bikin. 
Di 23'ê Sibatê de Rêxistina Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Tekoşîna me temîneta şoreşa jinan e" bernameya 8'ê Adarê eşkere kir û jinan ji 1'ê Adarê ve bênavber rêzeçalakiyên 8'ê Adarê li dar xistin.
Kameraya me li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa jinan a 8'ê Adarê ji nêz ve dişopîne û bi we re parve dike:
Li bajarê Qamişloyê şahiya 8'ê Adarê dest pê kir
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di bin dirûşma "Tekoşîna me misogreya şoreşa jinê ye" li hola Seyran a taxa Qenat El-Siwês a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pîrozkirin. Bi sedan jinên bajarê Qamişlo û Til Birakê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi cil û bergên xwe yên gelerî bi coşeke mezin tevli şahiyê bûn. Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Rêxistina Kongreya Star û Tev-Dem’ê hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Menîce Heyder 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û gotina xwe wiha anî ziman: "Di sala 1857’an de jinan li dijî tundî û bêedaletiyê sînorê koletiyê şikandin û xwedî li mafên xwe derktin û li tevahî Rojhilata Navîn ev berxwedan belav bû. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan di nava hemû qadên civakê de cih girt. Em jî weke rêxistina jinan soz didin şehîdên xwe ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin."
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Roj Devrîm 8'ê Adarê li tevahî jinên ku di çeperan de rûmeta gelê xwe diparêzin pîroz kir û wiha pêl da gotina xwe: "Jin bi hezaran salan rastî tundî û bindestiyê hatine lê vê tundiyê tu caran qebûl nekirine û li tevahî cîhanê têkoşînek bêhempa raber kirine. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bendên koletiyê şikandin û ala azadiyê hildan li tevahî cîhanê belav bûn. Jin ji bo destkeftiyên xwe biparêzin her dem têdikoşin. Em careke din soza şopandina riya şehîdên xwe nû dikin."
Li Kobanê şahiya 8'ê Adarê dest pê kir
Her sal şêniyên Kobanê roja 8'ê Adarê pîroz dikin, jinan roja jinên cîhanî 8'ê Adarê diyarî giyanên şehîdên komkujiya gundê Helincê kirin. Jin bi cil û bergên xwe yên foklorî beşdarî şahiyê bûn. Cihê şahiyê li rex rêka gundê Helincê ku li Rojhilatê Kobanê dikeve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Cihê şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên jinên têkoşer, alên Kongreya Star û pankarta bi nivîsa "Li dijî kujerên jinan sonda me tolhildan e" hatin xemilandin. Şandeyek li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava û hunermend Nesrîn Botan a çand û hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê tevli şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Jin afrînerên jiyanê ne
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku bi saya jinên têkoşer îro Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin û wiha pê de çû: "8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedanê ye, ji ber ku jin her tim têkoşiyan da ku îro em li vir roja xwe pîroz bikin. Di Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinan tê panesekirin, jinan di şoreşê de xwe bi rêxistin kirin sazî û dezgehên xwe ava kirin. Bi pêşengiya jinan herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê -Rojava ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar kirin, bi îlhama jinên Kurd şoreşa 19'ê Tîrmehê hişt ku hemû jinan bikşîne nava xwe. Wê ne ten roja 8'ê Adarê bibe rojeke ji bo jinan em hemû rojên xwe bikin roja jinên cîhanî. Divê em li beramberî hemû kiryar, gefên li ser jinan ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî asta têkoşîna xwe bilindtir bikin û Rêber Apo rizgar bikin."
Jin bi cil û bergên xwe şahiyê geş dikin
Hevseroka Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Lemîs Abdullah jî  bal kişand ser girîngiya roja 8'ê Adarê û wiha berdewam kir: "Em roja 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ)'ê bi taybet li dayikên pakrawanan pîroz dikin. Em hemû jinên ji pêkhateyên Tirkmen, Çerkez, Ereb, Suryan, Kurd bi ruhê wekheviyê roja xwe pîroz dikin. Divê em bi yek armancê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî vala derxînin û xwedî li mîrasên şehîdên xwe derkevin." 
Piştre Endama Kongreya Star a kantona Kobanê Madlên Şêx Xidir nameya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ)'ê xwend.
Li Hesekê Şahiya 8’ê Adarê bi coşeke mezin dest pê kir
Jinên Bajarê Hesekê, Kampa Waşûkanî, Kampa Serêkaniyê, Hol, Şedadê û Erîşa şahiya girseyî ya 8’ê Adarê pîroz dikin. Şahî li bendava Hesekê ya di navbera rêka Hesekê û Til Temirê de hat lidarxistin.  Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîs ”Jin jiyan azadî” hatibû xemlandin. Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen şahiyê bi hev re pîroz dikin. 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Fermendara Yekîniyên parastina Jinan (YPJ) Albîn Harûn coşa 8‘ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Silav ji hemû jinên têkoşer û berxwedêr re yên bi saya têkoşîna wan em gihîştin heya vê rojê ku em bi rengekî azad pîrozbahiya 8’ê Adarê li dar bixin. Îro jinan di hemû qadan de cihekî stratejîk girtine û rola pêşengiyê dilîzin. Bila cîhan tevahî bizanibe dê jin bi têkoşîn, îrade û israra xwe asta şoreşê bilindtir bikin û serkeftinê misoger bikin. Em weke hêzên YPJ’ê Soz didin hemû jinan ku heya dawiyê em ê parastina jinan bikin, dagirkeriyê têk bibin û serfraziya jiyanê bikin.” 
Şahî bi stranên koma Girê Stêrk a çand û hunera Hesekê berdewam dike. 
Li Şehbayê 8'ê Adarê bi rihê berxwedana jinan dest pê kir
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinan li Şehbayê bi dirûşma "Têkoşîna me tamînate şoreşa jinê ye" dest bi pîrozbahiyê kirin. Şahî li navçeya Ehdas a Şehbayê bi beşdariya bi sedan jinên ji Efrîn û Şehbayê pêk hat. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelên Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên doza azadiyê, alên Kongreya Star hat xemilandin. Her wiha di şahiyê de Yekitiya Wênesaziyê nêzî 11 tabloyên xwe ku têkoşînan vedbêje pêşkêş kirin. 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, Tevger Hîlala Zêrîn a şehbayê stranek derbarê roja 8’ê Adarê de pêşkêş kir. Her wiha li axaftina bi deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê jinan û girîngiya azadiya wan de hat guhdarîkirin. Her wiha li dengê Şehîd Îlan ku li Efrînê di roja 8'ê Adarê de çalakiya fedayî kir û diyarî hemû jinan kir hat guhdarkirin.
Paşê Endama Koordînasyona Kongreya Star Wehîde Xelîl axaftin kir. 
Wehîde têkoşîna jinan û coşa wan di 8’ê Adarê de silav kir û ev tişt got: "Jin îro bi hemû coş û kelecana xwe daketina qadan. Em têkoşîna van jinan li dijî hemû hêzên hegemo silav dikin. Wê tu carî vîna me neyê şikandin. Serkeftin para jinan e."
Hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê, Werdê Şêxo Roja jinên Cîhanê li Rêber Apo û têkoşerên azadiyê pîroz kir û wiha pêde çû: "Jina kurd bi tekoşîna xwe kirasê koletiyê ji ser hemû jinan avêt. Bi îsrareke mezin em îro pîrozbahiyên 8’ê adarê li dar dixin û serkeftina tevahî jinan mosoger dikin."
Jinên Til Temir û Zirganê 8'ê Adarê pîroz dikin
Îro jinên navçeya Til Temir û Zirganê yên girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê, dest bi şahiya pîrozkirina 8'ê Adarê kirin. Şahiya ku li saziya malbatên şehîdan a Til Temirê dest pê kir, pankartên bi nivîsa "Têkoşîna me, temîneta şoreşa jinan e" û alên Kongreya Star û YPJ'ê hatiye xemilandin. Her wiha konê ku di hundirê wê de alavên kevnar, cil û bergên ku jinan bi destên xwe çêkirine û pirtûk hatine dayîn. Di heman wextê de li aliyê çepê kona jinan nanê sêlê çêdikin û li aliyê rastê jî jin bi destar genim dihêrînin. Ruxmî êrîşan û xetera dewleta Tirk a dagirker jinên Til Temir û Zirganê bi coş û kelecaneke pir mezin, tevli pîrozbahiya 8'ê Adarê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pekrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan YPJ'ê Susin Efrîn, axivîn. 
Zeyneb di destpêkê de 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li hemberî têkoşîn û berxwedana jinên Kurd, îro hêzên hegemonîk û dewletên desthilatdar dixwazin ku çirûska azadiyê û ronahiyê vemirînin. Dewleta tirk li hemberî her jina Kurd a li hember desthilatdariyê serî hildaye, şer dike, bi polîtîkayên qirêj dixwaze ku wê têk bibe. Li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qetilkirina Hevrîn, Barîn, Zehra, yadê Emîne û Eqîde xwest ku meşa jinan a ber bi azadiyê ve rawestîne. Şoreşa Rojava a ku li tevahî cîhanê deng vedaye pêwîst dike ku îro ji êrîşan were parastin. Da ku em bikaribin destkeftiyên şoreşa rojava biparêzin, pêwîste ku em yekîtiyê ava bikin û dûrî berjewendiyên kesayetî bikevin."
Fermandara YPJ'ê Susin Efrîn jî wiha got: "Şoreşa Rojava a ku bi berxwedaniya jinên wêrek gihiştiye lûtkeyeke herî bilind. Îro li hember hemû rengê êrîşan em gelê xwe û jinan diparêzin. Jinên YPJ'ê yên ku bi berxwedana xwe dîrokê dinivisînin, wê mohra xwe li dîrokê bixe. Em bi hev re destkeftiyên jinan biparêzin û dawî li dagirkeriyê bînin.
Şahî didûme