Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Kedkaran a Cîhanê bi çalakiyên cuda hate pîroz kirin

Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mûnasebeta 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê gel daketin qadan û ev bone bi çalakiyên cuda pêşwazî û pîrozkirin.

 
Qamişlo- Kedkar ew avakerên civak û jiyanê ne, bi keda wan civak ser piyan maye û ji berhemên destê wan jiyan zindîye. Roja 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanî ye û li tevahî welatên cîhanê bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin. Bi vê armancê li tevahî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja kedkaran a cîhanî bi çalakiyên girseyî hate pîrozkirin. Têkildarî mijarê li bajarê Qamişlo û li navçeya Til temir a Kantona Hesekê meş hatin li dar xistin, her wiha li bajarê Hesekê û Kantona Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hatin dayin.  
Hesekê 
li Hesekê Yekîtiya Kedkaran daxuyanî da
Bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Zap ,Metîna û Avaşîn Cejna Kedkaran pîroz be ‘Yekîtiya Kedkaran a bajarê Hesekê Cejna Kedkaran bi daxuyaniyekê pîroz kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda Kedkaran a bajarê Hesekê ya li taxa Til Hecer bi tevlîbûna bi dehan ji kedkarên sazî û dezgehên civaka sivîl û Endamên Yekîtiya Kedkaran hate dayin. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. 
Daxuyaniya  ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Kedkaran Kelam Elî ve hate xwendin wiha têde hate gotin: “Em 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê li tevahî mirovên kedkar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û karkerên cîhanê pîroz dikin.
Kedkar ew bingeha civakê ne bi kedkariya wan civakeke demokratîk û azad hatiye pêşxistin, ji bo wê em vê rojê weke rojeke bi nirx pênase dikin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê îsal em cejna Kedkaran di bin şert û mercên xizanî, şer,dagirkerî û belavbûna Vîrûsa Koronayê  de pêşwazî dikin. Tevî van şert û mercan kedkar bi erkê xwe radibin, kar û xebatê xwe didin meşandin.  
Bi rêya şoreşa gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her kesî re eşkere bû ku çîna kedkaran ji hemû çînêyên din zêdetir xwe bi rêxistin kiriye, her wiha bûye xwedî însiyatîfeke pir mezin.  Ji bo parastina mîrasa xwe ya dîrokî û çandî civaka me têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. 
Em Wekî Yekîtiya kedkaran  a bajarê Hesekê  piştevaniya kedkaran dikin û keda wan bi nirx dibînin. Em ê piştevaniya wan bikin ji bo em maf û armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk û azad pêk bînin.”
Til Temir
Şêniyên Til Temirê 1'ê Gulanê bi meşekê pîroz kirin
Bi armanca pîrozkirina Roja Kedkarên Cîhanê 1'ê Gulanê, îro şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Zap û Metîna em 1'ê Gulanê pîroz dikin" meşiyan. Meşa ji pêşiya Meclisa Malbatên şehîdan destpêkir li navenda Aboriyê rawestiya. Di meşê de alên kongreya Star, Meclisa Malbatên şehîdan û alên TEV-DEM’ê hatin hildan. 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endamê Meclisa Giştî yê Partiya PYD'ê li navçeya  Til Temir Ednan Kalo axaftin kir. 
Adnan Cejna kedkaran pîroz kir û ev tişt got: "Cejna Kedkarên Cîhanê li kedkarên her çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Dijminê Gelê Kurd bi salan e li dijî fikir û felsfeya Rêber Apo şer dike û bi pilanên qirêj dixwazin şagirtên wî têk bibin. Partiya Karkerên Kurdistanê ew pilanên dewleta tirk têk dibin. Çawa li Heftanîn û Garê bin ketin wê dewleta tirk li Zap û Metînayê jî bindikevin. Li her çar parçeyên Kurdistanê bi şerên cûda dixwazin pergala azadiyê hilweşînin û hêza gel têk bibin, lê ew nikarin vê yekê bikin ji ber êdî gel di rêya azadiyê de xwe dîtiye. Komployeke navneteweyî û îxaneteke herêmî li dijî me tê meşandin, ew jî bi pêşengtiya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê ye. Heman wextê jî li ser Şengalê lihevkirin çêdibin, dixwazin wê vegerînin beriya sala 2014'an. Wê berxwedana gel û gêrîlayan biserbikeve û dîrok wê şahidiyê jêre bike."
Meş bi dirûşmeya"Bijî berxwedana gerîlayan"bi dawî bû.
Kobanê
Kedkarên Kobanê bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê pîroz kirin
Komîteya Kedkarên Kobanê ji bo Roja kedkaran a Cîhanî  daxuyanî dan.  Daxuyanî li qada şehîd Egîd bi tevlîbûna bi dehan kedkarên bajarê Kobanê hate dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û  alên Yekîtiya Kedkarên Kobanê hatin hildan.  
Daxuyaniya ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Kedkarên Kobanê Egîd Ebdo ve hate xwendin wiha têde hate gotin: "Em wek kedkarên Herêma Firatê roja Kedkaran a Cîhanî li hemû kedkaran prîoz dikin. Rol û misyona kedkaran di nava civakê de gelekî girîng e, ji ber yê herî zêde ked didin kedkar in. Li gelek deverên Sûriyeyê mafê kedkaran tê binpêkirin û herî zêde jî kesên di kargeh û erdan de dixebitin keda wan tê xwarin. Pêwîst e hemû kedkar rola xwe di nava civakê de bilîzin û mafê xwe bi dest bixin. Her wiha êrîşên niha dewleta tirk li ser Herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava dide meşandin, herî zêde bandora wê li ser jiyana kedkaran e, ji ber kedkar rojane dixebitin lewra divê her dewlet xwe berpirsyar bibîne û li dijî kiryarên dewleta tirk bisekine."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî 1'ê Gulanê" bi dawî bû.
Qamişlo
Li Qamişlo 1’ê Gulanê bi meşeke girseyî hate pîroz kirin
Bi pêşengtiya Meclisa bajarê Qamişlo bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Zap û Metîna em 1’ê Gulanê pîroz dikin” bi meşekê pîrozkirin. Meş ji çerxereya Şerqî despêkir û li çerxereya Sonî rawestiya. Di nava meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên şehîdan û wêneyên pakrewanên azadiyê hatin hildan. 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Ayid Ebdo roja 1’ê Gulanê li tevahî kedkarên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Yên welatê me avakirina û pêşengtya jiyana me dikin kedkar in. Îro li dijî pergala me ya azad ku li ser kedeke mezin hatiye avakirin êrîş tê meşandin.  Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîst e em bi tevahî pêkhateyên xwe destekê bidin hevdu û asta tekoşîna xwe bilind bikin, da em pilanên qirêj yên li ser me tên meşandin têk bibin. Bi rihê 1’ê Gulanê em tekoşîna xwe xurt bikin.”