Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa ewlekariyê saet ji 20.00’an heta 08.00’ê serê sibehê qedexeya derketina derve îlan kir.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa ewlekariyê saet ji 20.00’an heta 08.00’ê serê sibehê qedexeya derketina derve îlan kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber rewşa ewlekarî û awarte ya ku em li Sûriyeyê dijîn, ji bo parastina ewlehiya navxweyî û nehiştina kiryarên ku ziyanê digihîne ewlehiya welatiyan, em ji demjimêr 20.00’an (êvarê) heta 08.00’an (serê sibehê) qedexeya derketina derve radigihînin.”