Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina şûnwarên kevnar

Rêveberiya Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina şûnwarên kevnare yên herêmê xebatên parastinê dike. Hevseroka Rêveberiya Şûnwaran Hemrîn Omo got ku di parastina şûnwaran de pêwîst e gel jî bibe alîkar.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek cihên dîrokî hene ku li heremê dibin mîrasa çandî û parastina wan gelek girîng e. Ev mîrasa çandî bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji belayên şer û pevçûnên ku li Sûriyeyê diqewimin rizgar nebû, bi çi rengî derket holê. Bi taybetî di dema belavbûna DAIŞ’ê li Sûriyeyê de, bi qestî şûnwarên arkeolojîk bi çend awayan, ji wan sabotaj, wêrankirin, qaçaxkarî, firotin, talankirin û diziyê kir. Her wiha ev şûnwarên arkeolojîk jî weke mertalên parastinê hatin bikaranîn û ev jî bû sedema zirara wan. Li Kantona Cizîrê hezar û 43 şûnwarên arkeolojîk hene, di nav de çend goristan û perestgehên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine xerakirin jî hene.

Rêveberiya Şûnwaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014’an de hat damezrandin. Hevseroka Rêveberiya Şûnwaran a kantona Cizîrê Hemrîn Omo têkildarî mijarê got: “Bi derfetên kêm ev sazî hat avakirin û xebatên wê tenê bi parastina şûnwarên arkeolojîk bû. Rêveberiyê ev cih bi raporên xwe bi temamî belge kirin û wêneyên van cihan kişandin. Di demên pevçûnan de hinek cih bi kolandina xendekan, bi buldozeran û xerakirina hinek cihan zirarê dîtin. Bi taybetî di navbera 2012-20214’an de bi destên DAIŞ’ê gelek zirar gihîşt şûnwarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Xebat û rêbazên parastina şûnwarên mayî

Hemrîn Omo da zanîn ku ji bo parastina şûnwarên mayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek xebat dan meşandin û wiha berdewam kir: “Em bên Kantona Cizîrê, Rêvebiriyê gelek proje pêk anîn, di nav de vejandina cihê arkeolojîk ê Til Beyder di heyama sê salan de, ji ber ku şûnwar her sal pêdivî bi nûavakirinê heye ji ber ku ew materyalên kevneşopî ne. Her wiha rêveberiyê malên mîsyonên ku di demên berê de xisar dîtine jî restore kir. Projeya parastin û belgekirinê zêdetirî salekê domiya. Rêveberiya Şûnwaran bi riya 33 çavdêrên gerok ên ku di nava deverên arkeolojîk de belav dikin û li van şûnwaran gerên periyodîk çêdikin, şûnwarên arkeolojîk diparêze.”

‘Perwerde û hişyarî ji bo şûnwaran girîng e’

Hemrîn Omo der barê hişyarkirinê de jî xebatên rêveberiyê anî ziman û wiha pê de çû: “Rêvebiriyê li ser projeyên hişyarkirinê li kantona Cizîrê kar kir ji bo perwerdekirina niştecihên herêmê li ser çawaniya parastina şûnwarên arkeolojîk û ne jinavbirina wan, ji ber ku ew şûnwarên ku vedigerin serdem û şaristaniyên cuda. Di heman demê de ji bo perwerdekirina xwendekarên dibistan, zanîngehan û ji bo danasîna wan broşuran çêkin û serdana cihên arkeolojîk bikin.

Em weke Rêveberiya Şûnwaran li Kantona Cizîrê daxwaz ji xelkê dikin ku bi riya hişyarkirina meclis, komîn û xwendekarên dibistanan bi para xwe beşdarî parastina şûnwarên arkeolojîk bibin, ji ber ku herêm ji aliyê şaristaniyan ve dewlemend e.”