“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di tevahî qadan de xwedî kede”
Cîgira Encûmena Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir teqez kir ku jin di tevahî qadên jiyanê de xwedî kedeke mezin in.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Di 1´ê Gulana 1856´an de kedkarên Australia, United States, California û pişt re kedkarên Canadayê ji bo kêmkirina saetên xebatê li dijî pergala dewletê bi dirûşma "8 saet xebat, 8 saet razan û 8 saet ji bo rehetî girtinê" daketin qadan û nerazîbûna xwe ya li dijî mafxwarî û bê edaletiyê nîşan dan. Di encama raperîna kedkaran de di sala 1872'an de zagonên parastina mafên kedkaran derketin. Ev raperîn ji bo tevahî kedkarên cîhanê bê hêz û vîna têkoşîna ji bo mafên xwe bû. Lewre jî di sala 1892'an de Neteweyên Yekbûyî 1'ê Gulanê wekî roja kedkaran a cîhanî ragihand. Di vê çarçoveyê de her sal di 1'ê Gulanê de li seranserê cîhanî ev roj tê pîrozkirin. Hişmendiya zayendperest û serdest keda jinan di çarçoveya bi rêvebirina malê, xwedîkirina zarokan, kedîkirina sewalan, ango di hin beşên çandiniyê de pênase dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi têkoşîna bîrdozî û kedeke mezin ew hişmendî veguherandin û teqez kirin ku jin di hemû qadan de xwedî kedeke mezin in.
Bi wesîleya Roja Karkeran a Cîhanê Cîgira Encûmena Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir ev roj nirxand û keda jinan a di şoreşa 19'ê Tîrmehê de ji ajansa me re anî ziman.
"Keda jinan heta niha jî tê înkarkirin"
Her çendî serhildanên karkeran encam girtibin jî nêzîkatiyên pergala zayendperest ên li hemberî keda jinan didomin. Emîne Bekir bal dikşîne ser vê mijarê û wiha dibêje: "Ji ber pergala desthilatdar civak hatiye parçekirin, tebeqeyên serdest û bindestan ava bûye. Ji ber vê di destpêka pênaseya têgîna kedkar de, tebeqeya kedkaran li dijî mafxwarin û bê wekheviya di seatên kar û miqdarê pereyan de derketin xwe pêşandanan. Bêguman perçebûna ku derket holê bi xwe re, perçebûna di navbera zayendan de jî anî. Ji lewre di serhildanên di sala 1979'an de jinên Kedkar jî daxwaza mafên xwe kirin û heta astekê sererastkirinek di hişmendiya zayendperest de dan çêkirin. Li ser asta cîhanê gelek guhertin û veguhertinên berbiçav çêdibin lê pergala hegomonîk keda jinan di dirêjahiya dîrokê de paşguh dike û mafên wê yên li tevahî qadan diçewisîne."
"Jinan bi keda xwe şoreş bi ser xistin"
Şoreşa ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de qewimî, jinan mohra xwe lêxistin. Bi vê gavê re keda ku jinan nîşan dabû eşkere bû. Emîne di domandina axaftina xwe de wiha behsa keda jinan a di şoreşa Rojava de dike: "Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek guhertin û veguhertinên di çarçoveya jiyana civakî de hatin çêkirin. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de mafê ku jin, mêr, ciwan û zarok wekî mirov bijîn, xwe bi rêxistin bikin û rola xwe ya di sererastkirina civakê de bilîzin, hat dayîn. Li ser vê bingehê jin bi rengekî çalak beşdarî qadên siyasî, dîplomasî, civakî, rêxistinî, aborî û civakî bûn. Her wiha jin û mêr bi saya modela hevserokatiyê li gel hev civakê bi rêve dibin."
Rêxistina Kongreya Star ku ji salên 2005'an ve xwe bi rêxistin kiriye, bû bingeh û çavkaniya jinên ku pêşengiya şoreşa Rojava kirine. Emîne ev mijar wiha nirxand: "Destkeftiyên ku em dijîn bêguman berhemên têkoşîn û keda bi dehan salan in. Li Rojavayê Kurdistanê Tevgera Jinan a bi navê Yekitiya Star ku niha jî Kongerya Star e zêdetirî deh sal in xwe li ser bingeha azadiya jin û civakê bi rêxistin dike. Her wiha têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin bû mîraseke ku civak bi pêşengiya jinan xwe ji nû ve birêxistin bike."
"Hişmendiya serdest keda jinan di sînorê malê de pênase dike"
Cîgira Encûmena Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Keda jinan di carçoveya bi rêvebirina mal û xwedîkirina zarokan de tê pênasekirin lê Jinên ji Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev hişmendî şikandin. A niha jin kedeke mezin û têkoşîneke bêhempa di warê siyasî, leşkerî, civakî, rêxistinî, aborî û hwd. de didin meşandin. Ev tabloya demokratîk û azad ji tevahî cîhanê re bû nimûne. Bi vê wesîleyê em 1'ê Gulanê li jinan ku di her warî de xwedî ked in pîroz dikin. Em ê xwedî li keda ku hatiye dayîn, derkevin û gavên bi encamtir bavêjin."