Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên mezin tên şermezarkirin

.
Navenda Nûçeyan – Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja ku dewleta tirk êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kiriye heta niha çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Îşev jî li Kantona Şehba, Kobanê û Helebê bi meşan êrîş hatin şermezarkirin.
"Meşa rûmetê ya li dijî îxanet û dagirkeriyê"
Bi pêşengiya Meclisa Kantona Efrînê bi dirûşma "Meşa rûmetê li dijî îxanet û dagirkeriyê" meşa rûmetê li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê li dar xistin. Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê herikîn qadan û êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar kirin. Meşê ji nexweşxaneya Avrîn heya wargeha Berxwedan bi dirûşmên "Bimire îxanet" û "Na ji dagirkriyê re" berdewam kir. Di meşê de gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, komkujiya Til Rifetê her wiha pankartên bi nivîsa "Gerîla bi xwîna xwe dîroka Kurdistanê dinivîsîne" û "Na ji îxanetê re" hatibûn hildan. Piştî bi deqeyek rêzgirtin Rêvebera Meclisa Herêma Efrînê Newroz Ehmed axivî.
"Berxwedana şervanan dîroka Kurdan diyar dike"
Newroz Ehmed diyar kir ku berxwedana şervanan dîroka Kurdan diyar dike û wiha domand: "Em êrîş û gefên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Îro zarokên me li axa Başûrê Kurdistanê berxwedanek dîrokî raber dikin û wê ev berxwedan dîroka gelê Kurd diyar bike. Erdogan bi xeyalên Osmaniyan dixwaze Mîsaqî Milî ji Efrînê heta Mûsilê pêk bîne. Ev bû 51 roj şervanên azadiyê rûxmê hemû teknîka NATO’yê jî berxwedaniyeke destanî dikin. Wê her dem hêzên azadiya Kurdistanê bi ser bikevin."
"Em aramiyê dixwazin"
Jina bi navê Qedriye Mustafa ya ku beşdarî meşê bûye, diyar kir ku li dijî dagirkerî û êrîşan her dem li ser piyan in û wiha got: "Em gelê Efrînê her dem li ser piyan in ji bo şermezarkirina dagirkerî û êrîşan. Dewleta tirk ku polîtîkayên şerê taybet dide meşandin û dixwaze Kurd li dijî hev şer bikin. Hikumeta Iraqê li hemberî van êrîşên ku li ser xaka başûrê Kurdistanê tên meşandin bêdengiya xwe diparêze û destek dide dewleta tirk. Em şer û komkujiyan naxwazin em aramiyê dixwazin. Erdogan êdî dest bi talankirina xwazaya Kurdistanê kiriye. Divê Kurd bi lez yekbûna xwe bidin avakirin û li dijî dagirkeriyê bisekinin."
"Ji bo ku plana dewleta tirk vala derkeve, yekitî girîng e"
Jina bi navê Sewsen Ehmed ku ew jî beşdarî meşê bûye bal kişand ser yekbûna Kurdan di vê pêvajoyê de û got: "Em ji bo êrîş û dagirkeriyê di nava çalakiyan de ne û tu carî qirkirinê qebûl nakin. Dewleta tirk dixwaze gelê Kurd parçe bike, wê yekê  jî bi rêya hikumeta Iraqê dike. Li hemberî van êrîşan jî yekitiya kurdan girîng e ji bo ku plana dewleta tirk vala derbikeve. Banga me ji dewletên navneteweyî re heye ku van êrîş û komkujiyan rawestînin."
Şêniyên Helebê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Bi hezaran welatiyên bajarê Helebê bi dirûşma "Li hemberî êrîş û hevkariyên li dijî Avaşîn, Metîna û Zapê em ê têkoşînê bilind bikin" êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başûrê Kurdistanê bi meşeke girseyî şermezar kirin. Endamên sazî û dezgehên sivîl beşdarî meşê bûn. Her wiha wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Rêxistina Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Xwedîderketina li pêşengên gelê Kurd erkeke navneteweyî ye" û "Riya wan riya me ne" hatibûn hildan. Meş ji jêrzemîna Yasîn dest pê kir û li çi çerxerêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiya. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin rêvebera Kongreya Star a bajarê Helebê Wefa Mistefa axivî.
"Ji bo azadiya welat divê em bibin yek"
Wefa Mistefa êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Em êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Li kêleka şerê çekdarî, dewleta tirk şerê taybet dimeşîne û dixwaze destkeftiyên Kurdan têk bibe. Lê ew daxwaz hemû xeyal in, çi dibe bila bibe em ê destkeftiyên xwe biparêzin û xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin. Divê Gelê Kurd şiyar be û bibe yek da ku em bikaribin azadiya welatê xwe misoger bikin."
Ciwanên Kobanê bi meşa bi meşale êrîş şermezar kirin
Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê bi dirûşma "Werin Cenga azadiyê" meşeke bi meşale li dar xistin. Ciwanan di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên tevgera azadiyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê hildabûn. Meşê ji girê Miştenûrê dest pê kir û ber bi Qada Jina Azad ve herikî. Ciwanan bi dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî berxwedana Zap, Metîna û Avaşîn" berz kirin. Piştî ku meş gihîşt kolana şehîd Sarya Ozgur bi daxuyaniyekê meşa xwe bi dawî kirin. 
"Dewleta tirk li hemberî berxwedana şervanan şikestiye"
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Yekitiya Jinên Ciwan, Sewsen Şêx Bekir ve hat xwendin wiha bû: "Dewleta tirk a faşîst û qirker, bi tecrîda li ser Rêber Apo û gelê Kurd dijminahiya xwe aniye astekê ku vegera wî tune ye. Sond xwariye ku gelê Kurd tune bike û tevgera azadiyê ji holê rake. Bi vê armanc û daxwazê çi ji dest were dike û tu rêbazê ku bi kar neaniye nemaye. Hemû êrîşên komplogeran û bi taybetî ji tifaqa faşîst a AKP-MHP'e, di serî de li Îmraliyê bi berxwedana dîrokî ya Rêber Apo têkçûne. Ev hiştiye ku di serî de li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê û hemî hêzên ku îlhama Rêber Rêber Apo girtine, bi şikestinê re rû bi rû bimîne.
"Berxwedana şervanan rûmeta gelan diparêz e"
Sewsen di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi van êrîşan nagihîje armancên xwe û wiha domand: "Dewleta dagirker û faşîst jî di nav de her kes baş dizane, ji ber ku dewleta tirk a dagirker nikaribû armanca xwe pêk bîne, hewl dide bi qirkirina gelên Kurdistanê re Osmaniya nû ava bike. Şervanên azadiya Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê bûne kabûsa dagirkeran û xewnên wan ên dagirkeriyê yek bi yek vala derxistine. Tevî ku hemû hêzên xwe teknîka herî pêşketî û alîkariya NATO’yê li ser çiyayên Kurdistanê seferber kirine jî ji Heftanînê heya Garê, Zap, Metîna û Avaşîn dewleta tirk a faşîst têk çûye û dê têk biçe. Birîna bi hezaran çeteyên Sûriyeyê, çeteyên roj û hêzên zêrevan ên mala Barzanî îsbata binketina dewleta tirk e. Ev hêz heman hêz in ku yek ji wan jî bi guleyek li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi xwe nedane û reviyane. Bi têkçûna DAIŞ'ê re rastiya wan derketiye holê û îro jî ji bo serî girtina têkçûnên xwe hatiye gel hev. Niha pêngava Bazên Zagrosan û cenga Xabûrê, di pêşengiya gerîla de rûmeta gelan diparêze, ji gelê Kurd û tevahî gelên herêmê re bûye hêviya jiyana azad. Li her derê ku ciwanek lê hebe mîna bazên Zagrosan bifirin, mîna Xabûrê biherkirin qadan û ji bo têkbirina dawîn a tecrîd, dagirkerî û îxanetê û ji bo avakirina jiyana azad û bi rûmet ref bi ref " Werin cenga azadiyê. 
"Dewleta tirk bi destên me axa me dagir dike"
Jina bi navê Zeyneb Nesan helwesta xwe wiha parve kir: "Ev êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê em bi tundî şermezar dikin, dewleta tirk bûye gurê dev bixwîn û êrîşên xwe li ser me pêk tîne. Bi taybetî dixwaze bi riya şerê taybet ciwanên me ber bi xirabûnê ve bibe. Lê divê li hemberî dijmin em her tim baldar bin û nehêlin dijmin planên xwe li ser jiyana me bi ser bixe. Îro her kes dixwaze bazarên xwe li ser xwîna Kurdan bidin meşandin."
"Armanc parçebûna Kurdan e"
Her wiha jina ciwan a bi navê Newroz Bozan jî diyar kir ku em her dem pişta kesên ku banga azadiyê dikin digrin û wiha pê de çû: "Wekî tê zanîn ev demek e dewleta tirk bi çeteyên xwe dixwaze axa Başûrê Kurdistanê dagir bike. Lê me jî wek ciwan dest bi pengava "Werin cenga azadiyê" kiriye û em ê li ser vê bangawaziyê çalakiyên xwe bidomînin. Em dibêjin û em ê her dem bibêjin ku heya dawiyê em li pişta kesên azadîxwaz û şervanên xwe ne. Wê dijmin bi ser nekeve, ji ber ku em dizanin îro bazên z-Zagrosan bi pêngava Cenga Azadiyê li çiyayên azad ên Kurdistanê li ber xwe didin, ev jî hêviyên me mezintir dike û em moral ji wan digrin."