Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş û tecrîd hat şermezarkirin
Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşan hatin şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nerazîbûnên li hember êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başûrê Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Her wiha welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi meşeke girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li hemberî axa Başurê Kurdistanê bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana şervanan rûmeta me ye" meşên girseyî li dar xistin.
Çalakiyên qadan wiha ne:
Gelê Qamişlo êrîş û tecrîdê şermezar kirin
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhulatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana şervanan rûmeta me ye" êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başurê Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" û "Em xwediyê vê axê ne, Erdoxan dagirker e û pêwiste were darizandin" hatin hildan. Meş ji çarxeya Xelîc despêkir û li çarxeya Cotkaran a bajarê Qamişlo rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Rêxsitina Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîce Heyder axivî.
Menîce Heyder diyar kir ku êrîşa li hember axa Başurê Kudistanê berdewamiya komploya navneteweyî ye û got: "Em êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk û hemû hevalbendên wî çiqas siyasetên qirêj û komploger li ser Gelê Kurd û Rêber Apo bidin meşandin jî nikarin bigihîjin armancên xwe. Rêber Apo bi sekn, berxwedan û fikrên xwe komploya navneteweyî vala derxist. Projeya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye ne tenê gelê Kurd, hemû neteweyan hembêz dike lewma dibe armanca êrîşên desthilatdaran. Dewleta tirk careke din êrîşê axa Başûrê Kurdistanê dike, em jî dibêjin hûn çawa li Garê bi bin ketin hûn ê li wir jî bin kevin."
Şêniyên Helebê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Li dijî êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başurê Kurdistanê welatiyên bajarê Helebê meşek bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Garê em bi ser ketin, bi rihê berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê teqez em ê bi ser bikevin" li dar xistin. Di meşê de bi sedan şêniyên taxa Şêx meqsûd, Eşrefiyê, endamên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Kongra Star û pankartên bi nivîsa "Li hemberî êrîşên qirkirinê û hevkariyê, em ê tekoşînê bilind bikin" hatibûn hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heta pêşiya navenda Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Taxa Şêx Meqsûd Şerqî berdewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin Rêvebera Meclisa Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Valentîna Ebdo axivî.
Valentîna Ebdo berxwedana şervanan silav kir û wiha domand: "Dewleta tirk bi hemû hêzên xwe û teknîka xwe êrîş dibe ser axa Başurê Kurdistanê. Armanca êrîşan ew e ku dagirkeriya xwe li Kurdistanê berfireh bike. Ev êrîşa ku niha pêk tê têkçûna dewleta tirk nîşan dide. Dewleta tirk di salvegera komkujiya Ermenan û Qereçoxê de dest bi êrîşa xwe kir, bi van êrîşan dixwaze dîroka osmaniyan ji nû ve vegerîne. Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê û hemû deverên ku Kurd lê dijîn dikin ku xwedî li axa xwe derkevin û pişgiriya berxwedana şervanan bikin. Teqez wê serkeftin para me be Em silavên xwe yên germ ji taxa berxwedanê, Şêx Meqsûdê ji şervanên xwe re dişînin."
Welatiyên Hesekê tecrîd û êrîş şermezar kirin
Bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana şervanan rûmeta me ye" welatiyên bajarê Hesekê bi tevlibûna hemû pêkhateyên xwe êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başûrê Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatibûn hildan. Meş ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dest pê kir li gulistana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a taxa Nasta ya bajarê Hesekê veguherî mîtingê. Piştî bi deqeyek rêzgirtin, Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî axivî.
Ahîn Elî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk li hemberî axa Başurê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê Kurd pêk tîne. Dewleta tirk hem êrîşî Rojavayê Kurdistanê hem jî êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike. Armanca van êrîşan vegerandina dîroka osmaniyan e. Berxwedana ku şervanên me li ser axa Başûrê Kurdistanê dimeşînin berxwedana me tevan e. Ev êrîş berdewamiya komploya navneteweyî ne û dewleta dagirker bi van êrîşan dixwaze doza Kurdan bi bin bixe. Çawa ku Garê û Heftanîn bi ser ketin wê axa Başûrê Kurdistanê jî ji dagirkeran bi berxwedana me rizgar bibe. Heta roja îro tecrîda girankirî li dijî Rêber Apo pêk tînin. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî pêkhateyan e."
Şêniyên navçeya Til Temirê tecrîd şermezar kirin
Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma"Azadiya Rêber Ocalan azadiya me ye û berxwedana şervanan rûmeta me ye", meşek li dar xistin. Meşa ku ji saziya malbatên şehîdan dest pê kir, li dawiya çerxeriya Filistînê rawestiya. Di meşê de dirûşmên ku tecrîdê şermezar dikin û berxwedana şervanan silav dikin, hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakrewanên azadiyê, Rêvebera Kongreya Star Gulîxan Tahir axivî.
Gulîxan Tahir tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha axivî: "Tecrîd 22 sal in berdewam dike lê di van 22 salan de dewleta tirk û hevalbendên wê, nikaribûn armanc û daxwazên xwe pêk bînin. Ji lewre berê xwe didin axa Kurdistanê û dixwazin li wir di şexsê şervanan de gelê Kurd qir bikin. Lê polîtîkayên wan pêk nayên, ji ber ku êdî her şervanek û Kurdek xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr kiriye. Tevgera azadiyê neteweya demokratîk, misogeriya demokrasiyê li tevahî Rojhilata Navîn e. Ji lewre divê êdî her kes xwe bi rêxistin bike û 24 saetan li kolanan be. Çawa şervanên me bênavber çiyayên xwe, Kurdistanê û Rojhilata Navîn diparêzin divê ku gel jî wiha be û em xwedî li şervanên xwe derkevin. Ger ku îro axa Başûrê Kurdistanê ye wê sibê li Iraqê be. Ji lewre divê ku hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê helwesteke xwe ya zelal, hemberî dagirkeriya dewleta tirk nîşan bidin."