Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa jinan ji bo 8’ê Adarê didome

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş û moraleke bilind pêşwaziya 8’ê Adarê dikin. Jin bi dirûşma "Têkoşîna me temînata şoreşa jinan e" çalakiyên xwe yên reng a reng berdewam dikin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş û moraleke bilind pêşwaziya 8’ê Adarê dikin. Jin bi dirûşma  "Têkoşîna me temînata şoreşa jinan e" çalakiyên xwe yên reng a reng berdewam dikin.
Navenda Nûçeyan-Tenê çend roj mane ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş û moraleke bilind amadekariyên xwe dikin û çalakiyên reng bi reng li dar dixin. Jin roja 8’ê Adarê ji dil de didin jiyîn, kirasê cejnê li bejna xwe dikin her wiha bi xeml û delaliya wê jiyan bextewar dibe. Di boneya 8’ê Adarê jinan rûmeta xwe bi dest xist û ji bo mafên xwe têkoşiyan, di roja îro de dîsa jinan desmala serkêşiya wê têkoşînê girtine. Roja 8’ê Adarê dildariya hemû jinan e dê qadên pîrozbahiyê ji qîrîna têkoşîna jinên serhidêr bihejin. 
Bi vê boneyê Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Roja Jinên Cîhanê çalakiyên xwe berdewam dikin. Li her herêmê çalakiyên reng bi reng tên lidarxistin.
Çalakiyên qadan wiha ne: 
Li gundê Jinwar ji bo 8’ê Adarê şahî hat lidarxistin  
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Meclisa gundê Jinwar a navçeya Dirbêsiyê li Kantona Hesekê- Bakur û Rojhiletê Sûriyeyê, şahiyek li gund li dar xistin. Şahî bi tevlibûna nûner, rêveber û endamên saziyên navçeya Dirbêsiyê û gunderwarên wê pêk hat. Her wiha dayika Şehîd Hevrîn Xelef jî beşdarî şahiyê bû. Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tiştên ku bi destan hatine çêkirin hatibû xemilandin. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin. 
Dayika Şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî beşdarvanên jin pîroz kir û wiha dest bi axafinê kir: “Roja 8’ê Adarê ez li tevahî jinên têkoşer pîroz dikim. 8’ê Adarê ne tenê rojeke normal e em pîroz dikin lê belê hemû rojên jinan tijî têkoşîn û berxwedanî ne. Ji hezaran salan ve tundî û dagirkerî li ser jinan tê meşandin, ji ber ku jin xwedî îradeya xurt in û tevahî xebatan didin meşandin. Jinan di hemû qadan de li ber xwe da û cihê xwe girt, loma 8’ê Adarê bû Roja Jinên Cîhanê. Roja 8’ê Adarê ji destkeftiyên berxwedana jinan e.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma bal kişand ser ked û zanebûnên jinan û wiha domand: “Tevgera jinên Kurdistanê her sal 8’ê Adarê bi pêngaveke nû pêşwazî dike. Şîfa Jin projeke bi ked û zanebûna jinan di 8’ê Adara 2020’an de hat pêşxistin. Bi projeya Şîfa jin me dixwest careke din em keda, berhem û zanista jinan şênber bikin. Em 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin, her sal bi projeyeke nû em ê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.” 
Piştî axaftinan, koma stranan a Akademiya Jineolojî çend stranên piştevaniya berxwedana jinan vegotin. Endama Meclisa Jinwar Leyla Şahîn helbestek li ser şoreşa jinan pêşkêş kir. Her wiha Endama Meclisa Jinwar Behiya Şêx çend stranên gelerî gotin. Piştî wê jinan projeya xwe ya rêsandina bi teşiyê eşkere kirin. Di dawiya şahiyê de jinan li baxçeyê Demîr sêvê dar çandin û govend gerandin. 
Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Helebê çîçek li mamosteyan belav kir
Meclisa Jinên Sûriyeyê ya bajarê Helebê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê serdana mamoste û rêveberiyên dibistanan kirin. Meclisê serdana dibistanên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir her wiha çîçek li wan belav kirin.
Têkildarî mijarê Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyfa Hesen der barê çalakiya xwe de wiha ji me re axivî: “Destpêkê em vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Bi hatina 8’ê Adarê re me ev çalakî li dar xist û xwest kêfxweşiyekê bikin dilê mamosteyên ku nifşên pêşerojê ava dikin. Ked û xebata wan ji bo avakirina pêşeroja zarokên me pir girîng e. Em dixwazin wateya 8’ê Adarê di aliyê pratîk de pêk bînin. Bi rihê 8’ê Adarê em ê têkoşînê bilind bikin û azadiyê misoger bikin. 
Li Şehbayê ji bo 8’ê Adarê jinan şahî  lidarxistin
Bi munasebeta Roja Jinên Cîhanê Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêrewa, bi tevlibûna Meclisa Malbetên Şehîdan, Jinên Efrîn û Şehbayê şahî li wargeha Vegerê li dar xistin. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatibû xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, Hevseroka Meclisa Navçeya Şêrewa ya Efrînê Evîn Oso axivî. 
Evîn destpêkê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û ev tişt got: "Bi boneya 8’ê Adarê ev bû pêngava despêkê ya daxwaza jinan ji mafê wan re. Em wekî jinên Kurd bi fikir û felsefeya azad gihîştine vê astê. Em ê domdarên têkoşîna jinan bin."
Paşê Koma şehîd Şêro û koma Çiyayê Leylûn a stranan girêdayî navçeya Şêrewa stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.