Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê newrozê geş dibe

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê wekheviya gelan agirê newrozê geş dibe û bi banga berxwedanê newroz tê pîroz kirin.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo newrozê bi rojan çalakiyên cur be cur tên li dar xistin. Zarok bigire heta mezinan cil û bergên gelerî li xwe dikin û tevlî newrozê dibin. Hemû welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kelecanek mezin biharê pêşwazî dikin û banga berxwedanê, vê rojê pîroz dikin. Newroza îsal ji bo welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga berxwedanê û şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi wê ruhê di şeva 20'ê Adarê li tevahî zinarîn bilind agirê newrozê geş bû û di 21'ê Adarê şahiyên mezin tên lidarxistin.
Roja newrozê di nava gelê Rojhilata Navîn de tê pîroz kirin û ji bo gelê Rojhilata Navîn rojek taybet û girêdana kevneşopiyê ye. Di rojhilata Navîn de bi taybet pêkhateyên kurd şeva 20'ê Adarê ya bi 21'ê adarê ve girê dide agir geş dikin û hatina biharê pîroz dikin. Kawayê Hesinkar divê rojê de li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agirê newrozê geş dike.
Têkoşîna Kawa û gel bi serket
Di mîtolojiya Kurdî de, li gor efsaneya Kawayê Hesinkar beriya du hezar û pênsit sal padişahek heye, navê wî Dehaq e û li gor hîn çavkaniyan jî Zûhaq e. Deqaq yekê pir zalim e û Kawayê Hesinkar jî koleya wî bû. Li gor mîtolojiyê Dehaq mêrekê zalim e û li ser her du milê wî mar hene. Dehaq her roj emir dida ku mejiyên du zarokên nû çavên xwe li cîhanê vedikin bînin û bike qurbaniya marên xwe. Kawayê Hesinkar ji tirsa qurbankirina zarokên xwe, pilana kuştina Dehaq digire. Hemû civak fikir û pilana Kawayê Hesinkar dipejirînin. Kawayê Hesinkar son dixwe ku dema ew Dehaq bikûje wê biçi ser zinarek bilind û agir geş bike û civak ger wê agirê bibînin herkes bizanibe ku Dehaq hatiye kuştin. Dema ku Kawayê Hesinkar Dehaq dikûje agir geş dibe û hemû kesên ku di çiyayên bilind de dijîn agir geş dikin û belavî tevahî cihê dibe. Yek ji helbestvanên herî mezin yên pêkhateyên Kurd Seydayê Cîgerxwîn qehremaniyê Kawayê Hesinkar bi van gotinan tîne li ser ziman: "Kawayê Hesinkar pîr û kalê min, perçiqand serê zehaqê dijmin, ji gerdena Kurd wî şikand zincir, serê me parast ji birîn û şûr, roja hat kuştin xwînmijê dilsoz."
Her sal li Kurdistanê agirê Newrozê geş dibe 
Di nava pêkhateyên Kurd de her sal roja 21'ê Adarê weke roja nû, cejina yekîtî, berxwedan û aramiya gelan tê pîroz kirin. Ji bo bîr anîna Kawayê Hesinkar hemû keç û xortên kurdan li ser agirê newrozê baz didin. Peykerê Kawayê Hesinkar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Efrînê hate çêkirin, piştî ku Efrîna rengîn hat dagirkirin dagirker û zordarên Dehaqan dewleta tirk yekem peykerê nîşaneya azadiyê û wekheviyê Kawayê Hesinkar rûxandin. Ruxmê êrîşan jî Gelê Kurd dev ji kevneşopiyên xwe bernadin û di hemû pêvajoyan de agirê aramiyê û li dera ku dijîn geş dikin.
Têkildarî newrozê jina bi navê Fatma Mislim Reşîd kêfxweşiya xwe ji ajansa me re parve kir.
21'ê Adarê agirê azadî û berxwedanê tê vedan
Fatma newroza tevahî gelên aşîtîxwez pîroz kir û wiha nêrîna xwe parve kir: "Ez vê rojê di serî de Rêber Apo û gelên azadîxwaz pîroz dikim. Ev roj ji bo kurdan rojek girîng e û berdewamiya çanda kurdan e. Niha bi pergala heyî re hemû çand tên helandin, loma divê em çanda xwe ji qirkirinê biparêzin. Lehengê me Kawayê Hesinkar li himber zilimkarî serî hilda û agirê azadî û aşitiyê veda û roja hebûna wekheviya gelan ragihand. Roja newrozê bi cil û bergên kurdî xweş û geş dibe. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re vê rojê hemû pêkhate pîroz dikin. Dema ku behsa newrozê tê kirin yekemîn cil û bergên gelerî tê bîra mirovan. Hêviya me ewe ku bi ruhê newrozê em agahiyek ji Rêber Apo bigirin û bi dilşadiyek mezin vê rojê pîroz bikin."