Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mêr li hemberî tundiya ser jinê meşiyan

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê mêr bi alayên Kongra Star û wêneyên jinên pêşengên hatine hedeftirtin daketin qadan û meşiyan. Di meşên mêran ên girseyî de dengê diruşmên weke “Jin jiyan azadî” û “na ji tundiya ser jinan re” bilind dibin.

 

Navenda Nûçeyan – Rêzeçalakiyên rêxistina Kongreya Star di çarçoveya 25`ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinan dewam dikin. Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî tundiya ser jinan de îro mêrên herêma Firatê, herêma Cizîrê, Şehba û gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û meşên girseyî lidar xistin. Mêrên di nava saziyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl de cîh digirin jî beşdarî mesa bi silogana "Têbikoşe, dagirkerî û tundiyê têk bibe" bûn.
Kobanê
Meşa bi tevlîbûna mêrên saziyên weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl û bi silogana "Têbikoşe, dagirkerî û tundiyê têk bibe" ji Qada Şehîd Egîd bi hilgirtina pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re" û "Tundiya li ser jin tundiya li se civakê ye", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û wêneyên jinên  têkoşer ku di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kirî li Qada Jina Azad dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Desteya Dispilîna Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokraîtk (PYD) ya herêma Firatê, Salih Nûh axivî.
Salih Nûh balkişand ser tundiya bi salan ji aliyê hişmendiya mêrê serdest ve li jinê tê kirin û got: "Bi salan e hişmendiya mêrperest tundiyê li ser jinan dimeşîne. Lê îroj di vê meşê de tê diyar kirin ku bi keda jinên têkoşer, têkbirina vê hişmendiyê pêkan e. Ji lewra divê ku em rastiya jin û dayikê baştir nas bikin, da ku em bi hev re civakeke azad, wekhev û demokratîk ava bikin. Jin pêşengên jiyana azad, şoreş û hebûnê ne. Jinên Kurd jî li hember pergala serdest têkoşiya, ji ber vê faşîzim, desthilatdar û pergala zayendperest dixweze di sedsala 21.emîn de jinan tune bikin. Bi taybet jî em dibînin dewleta tirk bê navber jinan armanc digre."
 Meş li qada Jina Azad bi siloganên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   
 Qamişlo
Bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bi armanca pişgirtiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” mêrên bajarê Qamişlo meşek li dar xistin. Di meşê de mêran bê navber dirûşmeyên weke “Jin jiyan azadî” û “na ji tundiya ser jinan re” bang kirin. Meş ji Çarxerêya El- Şerq dest pê kir û li Çarxerêya Sonî rawestiya. Hêjayî gotinê ye ku piştî şoreşê her sal di heman dîrokê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev meş ji hêla mêran ve tê lidarxistin û mêr di van meşan de piştgirtiya xwe ji jinan re nîşand didin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ebdulkerîm Ebdulrehman axivî. 
Ebdulkerîm Ebdulrehman dîroka têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê bi bîr xist û wiha domand: “Têkoşîna her sê Xwişkên Mîrabal pîroz bû û serî ji hişmendî û zilma zilaman re ne tewandin. Di heman demê de, ev meşa ku tê lidarxistin ku hemû mêr tevlî bûne tiştekî ne normal e û li ti cihî çênebûye. Gereke her kes bizanibe ku ev şoreşa me bi pêşengtiya jinan bû. Wan çawan keziyên xwe hunandin û bi cesaretke mezin eniyên pêş ên şerê li hemberî çeteyan girtin û hêza terorê şikand li ber çavane. Ew li hember hemû astengî û şeran xwedî sekneke bi hêz bûn û hêza wan bû hêviya hemû bindestan. Pêwîste her mêrek bizanibe ku jin keç, xuşk, dayik û hevjîne, ji ber wê jî gereke werê parastin û tundî li ser neyê kirin. Em li dijî tundiya ser jinê ne. Mêrantî ne bi şidet, tundî û lêdanê ye. Yên ku em gihandine vê astê jin bûn, loma jî ji me tê xwestin ku em keda wê ji bîr nekin. Dunya ser jin û mêr hat avakirin, em hemû însanin û ferq û cudahî di navbera me de nîne. Em bi hêvî ne ku jin bi hêz be û serî ji ti kesî re ne tewîne.”
Meş bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
Şehba 
Bi diruşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tundiyê têk bibe" Kongreya Star bi alîkariya meclîsa kantona Efrînê meşek li kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mêran organîze kir. Bi sedan mêrên tevlî meşêbûn tundiya li ser jin şermezarkirin. Meş ji wargeha Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehabyê despêkir heya navenda şaredariya gel a li navçeyê domkir.
Mêran di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên ku rastî tundiyê hatine, komkujiya Til Rifet û alên Kongreya Star, li gel pankertên bi nivîsa "Na ji bo şideta li dijî jinê re","Li hember dagirkerî û tundiyê îsrara şoreşa jinê"," na ji xwekuştinê re" hildan. Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Meclîsa kantona Efrînê Heyder Reşîd axivî.
"Jina kurd bûye sembola cesaretê ji bo jinên cîhanê"
Heyder Reşîd tundiya li ser jinan ji aliyê mêrê desthiladar ve tê meşandin şermezarkir û got: "Tundiya ku li ser jinê tê meşandin ji zihniyeta mêrê desthiladar tê. Hêzên desthiladar mêr kiriye dîktedorê malbetê û jinê. Hêzên hegomanîk jin û laşê wê ji bo berjiwendiyên xwe yên desthialdar bi karanîne. Jin wek heyînek bingeh di vê jiyanê de nehatiye qebûlkirin, her hatiye qirkirin û tunekirin. Tekoşîna jinan ji civaka xwezayî heya vê kêliyê hişt ku hebûn û îradeya xwe di civakê de li ruxmî bindestiyê jî îsbat bike. Jina Kurd îro bûye sembola rêzdayîna hemû jinên cîhanê." 
Meş bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.