Li Bakur û Rojhilatê Sûriye gelek cihên xizmetê hat topbarankirin

Dewleta Tirk bînesazî û qadên xizmetê ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 welatî birindar bûn.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk ji şeva 23’ê Kanûnê heta niha bînesazî û tesîsên enerjiyê û qadên xizmeta gel bi balafirên bê mirov û bi çek (SÎHA) topbaran dike.

Dewleta tirk li Qamişlo êrîşî çapxaneya Simav, oto sanayî, Îstasyona trenê û navenda çavkaniyê kir. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişan de ku heta niha dewam dikin, li 6 deveran 7 welatî bi giranî birîndar bûne. 

Li Kantona Efrîn-Şehba du gund hate topbaran kirin

Li  Kantona Efrîn-Şehba dewleta Tirk derdora gundên Bircqasê û Meyasa a girêdayî nafçeya Şêrewa bi SÎHA yan bombardûman kir. 

Di topbarana ser Kobanê de 2 kes birindar bûn

Di heman demê de dewleta Tirk di saetên vê siharê de li navenda bajarê Kobanê tamîrxaneyek ya erebeyan topbaran kir. Di encama êrîşî de 2 karker birindar bûn.