Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê efû hat ragihandin

Meclisa Gel a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Remezanê ji bo girtiyan efû ragihand.

Navenda Nûçeyan-Meclisa Gelan Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 96`an li dar xist. Desteya hevserokatiyê, endamên Meclisên Gelan ên 7 kantonan, Meclisa Edaleta Civakî ya herêmê tev li civînê bûn. Civîn li hola civînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê li dar ket.

Di civînê de meclisê biryareke efûyê erê kir ku li gorî wê sûcên beriya 06.04.2024`an hatine kirin, tên efûkirin.