Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pîrozbahiyên Newrozê
Li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê coşa pîrozbahiya cejna Newrozê geş e, li qadên pîrozbahiyê gel nameya berxwedanê bi kelecaneke xurt pêşkêş kirin.
Li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê coşa pîrozbahiya cejna Newrozê geş e, li qadên pîrozbahiyê gel nameya berxwedanê bi kelecaneke xurt pêşkêş kirin.
Navenda Nûçeyan - Îroj cejna vejînê ye Newroza Kawayê Hesinkar û Mezlûm Doxana ye. Kurd û Kurdistanî vê cejnê bi kelecaneke xurt û çalakiyên reng bi reng pîroz dikin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di saetên sibehê de diherikîn qadên pîrozbahiya cejnê û agirê Newrozê bi rihê têkoşînê geş kirin. Mirov bi coş û kelecanin û di qadên pîrozbahiyê de nameyên berxwedanê pêşkêş kirin. Bi boneya 21’ê Adarê cejna Newrozê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê germahiya agirê Newrozê bi rihê Kawayê Hesnkar geş kirin. Li Helebê, Şehbayê, Hesekê. Tİl Temir û Qamişloyê Newroz bi pîrozbahiyê girseyî hate pîrozkirin.
Şehba
Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagikeriyê têk bibin" bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê li navçeya Ehdas a Şehbayê şahiya Newrozê li darixstin. Cihê şahiyê bi wêneyên şehîdên tevgera azadiyê, şehîdên berxwedana Serdemê û wêneyên Rêberê Gelê Gurd Abdullah Ocalan, hatibû xemlandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê Newrozê û girîngiya agirê serhildanê hate guhdar kirin. Her wiha nameyên pîrozbahiyê yên sazî û dezgehên Şehbayê hatin xwendin. Di nava kelecana gel de dayikên pakrewana agirê Newrozê vêxistin. Paşê Hevseroka Rêveberiya Xweser a Herêmê EFrînê Şîraz Hemo axaftin kir.
Şîraz cejina Newrozê li tevahî Gelê Kurd û bi taybet li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt got: "Agirê Newrozê wê despêka bi dawîkirina dagirkeriyê be. Bi rihê agira Newrozê em ê têkoşîna xwe li hember hemû siyasetên ku gel, çand û hebûna civaka me qir dike, dewam bikin. Ji bo avakirina jiyaneke azad hemû alî pêkhate têde hebin, em ê azadiya civaka xwe tacîdar bikin."
Paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilata Sûriyayê, Hesen Koçer axaftin kir, Hesen êrîş û dagirkeriya li Efrînê şermezar kir û wiha pêde çû: "Gelê me yê Efrînê bi rihê agirê Newrozê ber xwe didin. Ev berxwedaniya wan nameya serkeftinê ji tevahî hêzên dagirker û êrîşkaran re ye. Em ê li vir bin û têkoşîna me jî wê dewam bike, heya em bighêjin azadiyê û bajarê xwe rizgar bikin."
Piştî axaftinan Koma Şehîd Hêva ya Hîlala Zêrîn a navenda Îştar, koma Kevneşopiyê ya stranan û koma govendên berhemên xwe pêşkêşkirin. Koma Awazên Şehbayê stranên der barê kelecana newrozê de vegotin. Koma şano şanoya bi navê Afrînerên Hêviyê, koma Çiyayê Kurmênc a stranan hunera xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina güvende bi dawî bû.
Heleb
Bi boneya 21’ Adarê cejna Newrozê Şêniyên bajara Helebê bi coşeke mezin û bi cil û bergên kurdî berê xwe dane qada pîozbahiya Newrozê. Şahiya Newrozê li qada Şiqeyêf a taxa Şêx Meqsûd bi tevlîbûna girseya gel hate çêkirin. Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pekrewanên azadiyê û alên Kongreya Star hatibû xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vêxistin.
Endama Kongreya Star Fehîme Silêman Newroz pîroz kir û got: “Di serî de Newroza 2021’ an em li Rêber Apo, li Şehîdên azadiyê û li gelê xwe yê welatparêz ku bi saya têkoşîna wan em agirê Newrozê geş bû pîroz dikin. Newroz roja têkoşînê û berxwedanê ye li hember dagirkeran di keseyeta Kewayê Hesinkar de em Newroza xwe pîroz dikin. Newroz roja xelasiya ji zilm û zordariyê ye, îro li qadên Newrozê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê li kêleka kurdan Newrozê pîroz dikin. Bi hêviya hemû rojên Gelê Kurd rojên Newrozê bin.”
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso coş û kelecana Newrozê pîroz kir û wiha domand: “Gelê me bi îradeyeke mezin li hev kom bûne û cejna vejînê Newrozê pîroz dikin. Di projeya netewa demokratik de em dibînin hemû pêkhate bi hev re agirê newrozê vêdixin, ev dide diyrkirin ku projeya me bi ser ketiye. Tu kes nikare roja me tarî bike, em soz didin ku em ê herêmên xwe ji dagirkeran rizgar bikin.”
Piştî axaftina koma govendê ya Şehîd Serhed û koma Cemîl Horo govendên xwe lîstin. Koma Agirî û koman kulîlkên pêşerojê, koma çiyayê Hewarê ya strana staranên xwe vegotin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Hesekê
Bi hezaran Şêniyên Bajarê Hesekê, Şedadê, Erîşa, Kampa Waşûkanî û Kampa Serêkaniyê Newroza 2021’an pîroz kirin. Şahî li pendava Hesekê di navbera rêka Hesekê û Til Temirê hate çêkirin. Qada Newrozê bi alên TEV-DEM’ê,Kongreya Star, wêneyên Roberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîs “Bi rihê berxwedaniya Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” hatibû xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, dayikên pakrewana agirê newrozê vêxistin. Her wiha li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê Newrozê de hate guhdarkirin.
Piştî vêxistina agirê Newrozê Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Ilham Ehmed li ser giringiya roja Newrozê axaftin kir û wiha got: “Bi boneya cejan Nwerozê di kesayeta hemû şehîdên têkoşîna azadiyê em bejna xwe hember wan ditewînin û cejna Newrozê li tevayî Gelan pîroz dikin. Gelê Kurd destkeftiyên gelek mezin bi dest xistin û xwe birêxistin kiriye û zilma dehaqan tune kiriye. Dijmin dixwaze rojên me ên dîrokî û xweş tarî bike, lê ev yek bi berxwedanî û yekîtiya gelan bi ser nakeve. Divê em bizanibin çiqasî kurdan êş kişandiye heya agirê Newrozê vêxistine. Hebûna dagirkeriya Tirk li ser axa me û zordariya li dijî me em qebûlnakin. Em soz didin gelê xwe yê bi darê zorê hatine koçberkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin û wan herêman rizgar bikin."
Piştî axaftina Îlham Ehemd , Koma Mûzîk a Serdem, Koma Tolhildan ya govendê girêdayî Çand û hunera Bajarê Hesekê derketin û stranên biberhemên xwe bi coş pêşkêş kirin. Paşê jî Hunermend Caziya û Mihemd strandin. Bernameyê şahiyê bi gerandina govendê li ber dengê Hunermend Caziya bi dawî bû.
Til Temir
Bi armanca pîrozkirina Cejna Newrozê, bi hezaran şêniyên navçeya Til Temirê bi coşeke mezin û bi cil û bergên gelerî yên Kurdî ber bi Qesrikê a girêdayî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ketin rê. Bi dirûşmeya"Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" cihê pîrozbahiyê bi alên kurdî hatibûn xemilandin. Piştî deqeyeke rêzgirtin li ber sirûda Ey Reqîb, gel li perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhdar kirin.
Paşê Koma Erebana ya Gerestêrk li bajarê Hesekê, Koma Şoreş a Til Temirê stranên Newrozê gotin.
Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebd El- xenî Oso axivî û wiha got: "Newroz nîşaneya berxwedanê li hember zilmkariyê ye. Newroz bi berxwedana gelan geş dibe. Îro bi rihê Mezlûm u Kawayê Hesinkar gel vê rojê pîroz dike. Bi saya berxwedana zindanan îro gelê me gihiştiye vê astê. Şoreşa Rojava nimûne ye ji bo tevahî cîhanê. Li hember zilma Rêjîma Baas ewqase sal gelê me serî netewand û bi rihê Mezlûm Dogan, meşa xwe destpêkirin. Netewa Demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkan e u yekîtiya gelan pêşxistiye. Newroz newroza tevahî gelên ku rastî zordariyê hatine ye. Berxwedana gel li hember dagirkeriyê helbet wê bi ser keve."
Şahî bi stranan u gerandina govendê bi dawî bû.
Qamişlo
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cejina Newrozê bi moralekî bilind li qada Newrozê ya gundê Hîoma bajarê Qamişlo pîroz kirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, alên kongreya Star, alên yekîniyên parastina jin (YPJ) hatibû xemilandin. Şahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê despêkir. Paşê agirê Newrozê ji aliyê dayikên pakrewanan ve hate vêxistin.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl Newroza 2021’an pîroz kir û ev tişt anî ziman“ Cejina cangoriynê azadyê û gelê me yê welatparêz pîroz be. Di vê roja pîroz be em silavên gerim bi hêviyên azadiyê ji Rêber Apo re dişînin. Em soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiyê nû dikin. Agirê Newrozê roj bi roj geş dibe û ber bi serkeftinên dîrokî ve diçe. Bi heman germahiya rihê Newrozê dîsa Gelê Kurd îro pêşengtiya şoreşa demokratiyê dike. Ev2633 sala in agirê newrozê hate vedan, jiyaneke azad hate afirndain. Gelê kurd ji bo maf û azadiyê xwe bi hemû pêkhateyan re vê cejnê pîroz dikin. Em ê roja xwe bi şahî ê kêfxweşî pîroz bikin, Bi berxwedaniya gelê me û bi agirê Newrozê em ê tevahî bajarên xwe rizgar bikin.”
Paşê, koma Pale ya mûzîkê û koma Nûpelda ya mûzîkê girêdayî çand û hunera Mihmed Şêxo stranên şoreşgerî gotin. Hunermend Xeyro Ebas stranên pîrozkirina Newrozê gotin.
Paşê li ser navê Kongreya Star Şaha Xelîl newroz pîroz kir û ev tişt got: “Agirê qada Newrozê bi berxwedana Kawa û Mezlûman hate vedan. Li ser fikirê Rêber Apo projeya netewa demokrat hate rûniştanind. Em weke jin û dayik em ê ji bo tecrîda giran li ser Rêber Apo û bûyerên dawî em ê vê Newrozê û hemû rojê xwe bikin qadên berxwedanê. “
Piştî axavtinan. Koma mûzîkê ya Girbawî stranên xwe pêşkêş kirin. Koma Welat ya govendê girêdayî çand û hunera Mihmed Şêxo govenda xwe gerandin. Her wiha şanoya bi navê “fiftî fiftî” ji aliyê koma Şehîd Osman ve hate pêşkêşkirin. Koma Botan a mûzîkê jî stranên xwe yê şoreşgerî pêşkêş kirin. Koma Sakîne ya mûzîkê stranên xwe pêşkêş kirin. Koma Tebqa ya Tebqa strandin.
Şahiya Newrozê bi gernadina govendê bi dawî bû.