Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Helebça hatin bibîranîn

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê 33’emîn salvegera komkujiya Helebçayê şermezarkirin û şehîdên komkujiyê bibîranîn.

 
Navenda Nûçeyan- Ev 33’ê sal li ser komkujiya Helebçayê re derbas dibe, lê heya niha Gelê Kurd êş û birînên xwe jibîr nekirine û li hev dipêçin.  Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas ya Iraqê bi çekên kîmyawî bombe li bajarê Helebçe yê Başurê Kurdistanê reşandin, di encamê de zêdetirî 5000 mirov jiyana xwe ji dest dan, gelek mirov birîndar bûn û heya niha êşên wê komkujiyê dikşînin. Di vê komkujiyê de zarokên li ber pêsîra dayika xwe, jin û mêr cenazeye wan li erde bûn, bê ku ev dîmenên bi êş wijdanê mirovahiyê bihejîne. Di wê komkujiyê de tu kesî dengê xwe ne kir û bi kiryarên qirêj û feneyên bê bext hate nuxûmandin. Di wê rojê de teyrên asmînan bê deng bûn nikarîbûn ser Helebçayê re bifirin û çîçek jî ji bêhna çekên kîmyawî çirmisîn. Tevî ewqas sal jî Gelê Kurd ev komkujî jibîr nekirine û nifeşî ji nifşên din re gotiye. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê 33’emîn salvegera komkujiya Helebçayê şermezarkirin û şehîdên komkujiyê bibîranîn. 
Heleb
Şêniyên bajarê Helebê ji bo bîranînan şehîdên komkujiya Helebça deqeyek rêzgirtin rawestiyan.
Bi wesîleya bîranîna şehîdên komkujiya Helebça şêniyên bajarê Helebê deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê wan rawestiyan.  Şêniyan li pêşiy navenda Tevegera Ciwanên Şoreşger a taxa Şêx Meqsûd xerbî sekinîn. Li taxa Şêx Meqsûd Şerqî li pêşiya Sûka Cilan û li taxa Eşrefiyê li pêşiya Meclisa taxê rawestiyan. Di deqeya rêzgirtinê de bi dehan Endamên sazî û dezgehên sivîl û şêniyên taxê beşdar bûn. 
Di dawiyê de kesên hazir dirûşmeya “Şehîd namirê”beriz kirin.
Qamişlo 
Welatiyên bajarê Qamişlo li bazar, kolan û taxên giştî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebça deqeyek rêzgirtin rawestiyan.
Her sal Gelê Kurd şehîdên komkujiya Helebça bibîr tînin. Bi vê armancê welatiyên bajarê Qamişlo li bazar, kolan û taxên giştî deqeyek rêzgirtin rawestiyan. Di saeta komkujiyê de jiyan rawestiya û her kesî şehîdên komkujiya Helebçayê bibîranîn. 
Helebça birîna Gelê Kurd e 
Di salvegera 33’emîn komkujiya Helebça de Meclisa Bajarê Hesekê siyaseta qirkirinê li dijî Gelê Kurd bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Bi armanca bîranîna şehîdên komkujiya Helebça Meclisa Bajarê Hesekê bi tevlîbûna Endam û Rêveberên saziyên Civaka Sivîl û Kongreya Star daxuyanî dan.  Di daxuyaniyê de alên kongreya Star, alên Partiye PYD’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû hildan. Daxuyanî li çarxereya Sînalko ya taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê a bajarê Hesekê Samiya Ferhan hate xwendin.
Beriya daxuyaniyê şêniyan ji bo giyanê şehîdên komkujiya Helebça deqeyek rêzgirtin sekinîn. 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Her sal roja komkujiya Helebça weke rojeke bi êş ser Gelê Kurd e tê. Di sala 1988’an de Rêjîma Baas a Îraqê bi rêveberiya dîktator Sedam El-Hisên Komkujiyek li Helebça pêk anî, bi çekên kîmyawî Helebça bombebaran kir di encamê de bi hezaran jin, zarok, ciwan û mirovên bi temen mezin jiyana xwe ji dest dan. Di roja me ya îro de dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyawî Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê hedef dike û gelek komkujî bi serê şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de pêk anîn. Dîrok xwe dûbare dike û rêxistinên mafê mirova bêdeng mane. Lê ev dîroka reş dê veguhere dîroka berxwedaniya gelan li hember siyasetên qirkirinê. Em dixwazin gelê me yekîtiiya xwe xurtir bikin, hedefgirtin û komkujiyên ku têne kirin li ser hemû pêkhateyên herêmê ne.  
Em komkujyên ku bi serê gelan de pêk tên şermezar dikin û bang li Gelê Kurd dikin ku bi rêgezên Netewa Demokratîk û li ser esasê jiyaneke azad civaka xwe biparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya” Şehîd namirin” bi dawî bû.  
Kobanê 
Bi dehan welatiyên bajarê Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebça li qada Jina Azad deqeyek rêzgirtin rawestiyan.
Têkildarî vê bîranînê welatiya bi navê Leyla Ehmed di derbarê salvegera komkujiya Helebçeyê de nêrîn xwe ji mere parve kir. 
Di hemû dîrokên Kurdan de komkujî, azar û êş hene yek ji wan Helebçaye. Leyla têkildarî mijarê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di serî de em şehîdên komkujiya Helebça bibîrtînin û em dibêjin em ê tola wan hilînin. Dema kuem baş li dîroka xwe mêze bikin.  Em ê bibînin ne tenê li Helebça li Til Rifet, Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Kobanê, Dêrsim, Roboskî û li gelek deverên Kurdistanê komkujî hatine çêkirin. Li kîjan deverê aşîtî û aramî hebe li wê derê gel tên binçavkirin û perçiqadin, taybet dema Kurd bin. Îro dewleta tirk û çeteyên wî dixwazin komkujiya Helebçayê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyayê bidomînin. Bi rihê têkoşeran em ê bibin bersiv ji hemû dewletên hegemon û desthilatdar e." 
Bîranîn bi diruşmên “Şehîd namirin” dawî bû.