Li Bakûr û Rojavayê Sûriyê 6 kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan
Di erdheja bi pileya 7.7’an ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat de, li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hilweşandin hat jiyîn, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan- Hat parvekirin erdhêja ku bi pileya 7,7, 6,5 û 6,4 Mereş û Dîlokê erdhejên hat jiyîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê jî bû sedama hilweşandine, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku 3 ji kesên jiyana xwe ji dest dane Sandra Îbo (11), Rewan Îbrahîm (16) û Xalid Hemo (28) ne. Li heman taxê yek jê zarok 11 kes jî birîndar bûn.
Li Kobanê 3 kes birîndar bûn
Sultan Ebullah Calo (23), Emîne Hec Muslim (52) û Ferhad Mehmud Mistefa (25) ku li Kobanê birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê.
Yek ji rewşa birîndaran giran e
Li Minbicê 3 kes birîndar bûn, hat ragihandin ku rewşa birîndarekî ku li nexweşxaneyê tê dermankirin giran e.
Li gundên Babinis û Til Qerah ên Kantona Şehba jî, Zehredîn Cabir (60), Dilîşan Hemlîko (36) û Ebdo Hebîb Elo (4) ên ku malên wan hat hilweşandin jî, birîndar bûn.
Li herêmên erdhejê hat jiyîn ziyanên madî ya mezin pêk hatiye. Cihên ku ziyan herî zêde hatin dîtin jî taxên Eşrefiye û Şexmeqsûd e.
Meclîsa Gel a taxên Şexmeqsud û Eşrefiye, ji bo malbatên di erdhejê de ziyan dîtine qadên kombûnê ava kirin.