Li bajarên Kurdistanê karûbarê dengdanê bidawî bû

Li 32 navendan karûbarê dengdayînê bi dawî bû û li navendên din jî dê sindoq saet di 17.00’ê de bên girtin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Semsûr, Colemêrg, Qers, Meletî, Gumgum, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwas, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir, Kîlîs, Gîresun, Gumuşhane, Ordu, Rîze, Trabzon û Bayburt karûbarê dengdayînê bi dawî bû. 

Li 49 bajarên din jî dê dengdayîn saet di 17.00’ê de bi dawî bibe.