Li bajarên Kurdistanê ji bo bikaranîna dengan saetek ma

Li bajarên Kurdistanê li 32 bajaran kar û barên dengdayînê wê di saet 16:00’an de bi dawî bibe.

Navenda Nûçeyan- Ji bo diyarkirina rêveberiyên xwecihî kar û barên dengdanê berdewam dike.

Li bajarên Kurdistanê kar û barê destpêkirina dengan di saet 07:00’an de destpê kir, wê li 32 bajaran wê piştî saetek din sindoq werin girtin. Hilbijêr wê bikarin heta saet 16:00’an dengê xwe bikarbînin.

Bajarên ku wê saet 16:00’an de kar û barê dengan lê bi dawî bibin evin: “Semsûr, Agirî, Artvin, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Giresun, Gumuşhane, Colemerg, Qers, Meletî, Gurgum, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwaz, Trabzon, Dersîm, Riha, Wan, Bayburt, Êlîh, Şirnex, Erdexan, İdir, Kilis.”