Li Aydinê 7 jinên girtî bi şertê kontrola edlî hatin berdan

Li Aybinê 13 jinên hatibûn binçavkirin piştî îfadê 6 hatibûn berdan, 7 jinên dinê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

NAvenda Nûçeyan - 14'ê Sibatê li bajarê Aydinê yê Tirkiyê endam û rêvebera Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr Ayfer Demirer  jî di navde 13 jin hatibûn binçavkirin. 6 jinan piştî li Miduriyeta Polîsan a Aydinê îfade dan hatin berdan. Dozger 7 jin jî bi daxwaza berdana kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi şertê qedexeya derketina dervê welat û kontrola edlî 7 jinên endam û rêveberên HDP’ê yên binavê Endama Meclîsa HDP'ê Ayfer Demîrer, Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Aysel Bahtiyar Unsel, Hevseroka HDP'ê ya Dîdîmê Mehtap Bozkurt, Hevseroka Soke Sadegal Akalsn, Rêvebera Bajar Neslihan Arviş, Saadet Açik, Azize Ergun, Nazli Boza û Soylemez Akalin berdan.