Li Arkansesê kurtaj hat qedexekirin

Li eyaleta Arkanses a DYE’ê kurtaj hat qedexekirin, jinên di encama tecawiz û ensestan de dû canî dibin jî nayên kurtaj kirin.

Navenda Nuçeyan - Li eyaleta Arkansas a Dewletên Yekbuyên Amarîka DYE’ê zagona qedexeya kurtajê hat erêkirin. Ev zagon jinên ku di encama tecawîz û ensest de ducanî dimînin jî digre nava xwe. Waliyê Partiya Cumhuryetê Asa Hutchison ku bi muhafazekariyê tê nasîn di derbarê vê yasayê de ev nirxandin kir: “Tenê istisnaya vê yasayê ewe ku dema jiyana dayikek du canî di xeteriyê debe dikare kurtaj bibe.” 
Tê payin ku ev zagon di mehên havînê de bikeve meriyetê. Di derbarê vê yasayê de Yekitiya Azadiya Sivîlan a Amarika (ACLU) dan diyarkirin ku wê vê yasayê bibin dadgehê û dan zanîn ku  ev yasaye zalimaneye û dij qanunî ye.