Li Antakyayê mexdûrên erdhejê di bin baranê de man
Li Antakyayê ji ber barana ku 2 roj in li bajêr dibare û bahoza ku bi bandor bûye mexdûrên erdhejê neçar dimînin bi şev li cihên şil razên.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Hatay- Li Antakyaya ku piştî erdhejê hema bibêje her der hilweşiya, pirsgirêka stargehê ya gel berdewam dike. Li bajêr bi hezaran kesên ku nikarin xwe bigihîjînin konan, li derve yan jî di nav wesayîdan de dijîn hene. Li bajarê ku hê jî xirabeyên avahiyan nehatine rakirin, ba û barana xurt a du rojan jiyana mexdûrên erdhejê dijwartir kir. Welatî bi barana tund re şeva xwe bê xew û bi zuhakirina ava ku ketiye nava konên wan derbas kirin.
Kon bi bayê re çûn em di bin avê de man!
Semra Çember a li Taxa Armûtluya navenda bajêr dijî diyar kir ku piştî mala wan xera bûye 3 malbat li cihekî dimînin, da zanîn ew mehek e tevî hemû hewldanan nikarin konek bigrin. Semra Çember, da zanîn ku cihê lê dimînin bi barîna baranê re di bin avê de maye û ji jorê av diherike û diyar kir ku zarokên wê tevahiya şevê neçar dimînin li ser xalîçeya şil xwe dirêj bikin û razên. Semra Çember ji bo betaniyeyên xwe yên şil bûne zuha bike bi hesinan ve daliqandiye, bi van gotinan bertek nîşanî tiştên qewimîn da, “Tişta ku em dixwazin kon e. Ma em tiştekî pir zêde dixwazin?”
'Em sedeqe yan jî pere naxwazin’
Semra Çember der barê mexdûriyeta piştî baranê de wiha got: “Alîkarî tê lê hemû li cihê xwe vedişêre. Bila herin bigerin ka pêdiviya kê heye ya kê nîn e. Ji bo konan hemû kes dikare çi ji destên wê/wî tê bike, keya jî dikare bike. Niha tiştekî nakin lê dema dengdanê tê hemû bi pey me dikevin. Em pere jî seqede jî naxwazin, em tu tişt naxwazin. Herin, binêrin hemû der şil e.”
‘Tu hêviya me nemaye’
Semra Çember, bal kişand ku piştî konên wan di bin avê de mane, tevahiya şevê avê rijandine û di nava betaniyeyên şil de razane û wiha got: “Duh baran barî û em şilûpil bûn. Tiştekî ku em bi dest bixin tune ye bêhêvîbûnek e. Du windahiyên me yên canî û dewlet jî alîkariyê nade. Ev mehek e em bi vî rengî ne. Em hewl didin bi hewldanên xwe tiştekî bikin. Em darên ku dişewitînin ji avahiyên hilweşiyane kom dikin. Kes tiştekî nake. Em ne nan, ne av, tenê kon dixwazin."
'Min şeva xwe bi hewldana germkirina zarokên xwe derbas kir’
Semra Çember, da zanîn ku barîna baranê dê berdewam bike û ger konan nedin wan dê heman rewş dubare bibe û bi vê hevokê daxwaza xwe ya ji bo piştgiriya konan anî ziman; "Em ne av, ne nan û ne jî konteynir dixwazin, em tenê kon dixwazin. Ev zarok guneh in, tu çareya me nîn e. Em jin nikarin serê xwe bişûn. Hemam nîn e, ma jin li vir çawa bikarin serê xwe bişûn. Îsal sala baranê ye dê baran berdewam bike, hemû tiştên me şil bûn û dema em li cihekî rûdinin pişta me tijî av dibe. Dixwaza me ew e ku dema baran dibare konek me hebe."